Civak
Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li rojnamevan Diyar Kurde kir
Bi boneya wergirtina Xelata Komeleya Nûçegihanên Medyaya Biyanî ya li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîkayê, wekî yek ji baştirîn nûçegihanên biyanî yên li wî welatî, pîrozbahiyê li rojnamevanê jêhatî û Rêveberê Nivîsîngeha Rûdawê ya Washingtonê birêz Diyar Kurde dikim.
Her bi vê helkeftê ez pîrozbahiyê li hevkarên wî û hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim. Ev xelat belgeya wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê xwediyê medyakar û rojnamevanên bi şiyan û jêhatî ye. Em bi wan serbilindin û hêjayî rêz û qedirgirtinê ne.
Destxweş û her serkeftî bin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05.12.2024