Polîtîk
Behsa têkiliyên du alî hate kirin.
![](/wp-content/uploads/2024/12/MB-Balyoze-Tirkiye.jpg.webp)
Li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Tirkiyeyê yê li Îraqê Anil Bora Inan kir.
Di civînê de giftûgo derbarê prosesa siyasiya herêma Kurdistanê û pênvagên piştî hilbijartinê û ava kirina hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê hate kirin û her du alî balkêşandine ser têkiliyên di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî.
Her di heman civînê de Serok Barzanî û balyozê Tirkiyeyê behsa têkiliyên du alî kirin û tekez li ser hevahengî û pêşde birina têkiliyên han kirin.
Pêşhat û guhertin dawî yên li deverê mijareke din ya vê civînê bûn.