Cîhan

Wezîrên derve yê Suriye û Îranê li Iraqê ne

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî serdana Bexdayê kirin

Li gora ajansa fermî ya Iraqê: Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî ji bo danûstandinên li ser dawî pêşhatên Sûriyeyê dicivin.

Ev civîna sêalî piştî wê yekê hat ku, komên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê her du parêzgehên Heleb û Hemayê kontirol kirin û nêzî parêzgeha Himisê jî bûne.

Rojnameya El-Wetenê ya Sûriyeyî jî ragehandiye, “Piştî civîna xwe ya bi Fuad Hisên û Ebas Êraqçî re, Besam Sebax ber bi Qahîreyê ve diçe, ji bo ku tevlî civîna Komkara Erebî bibe.”

Back to top button