HSD tevlî Artêşa Sûryê dibe

Seroka Desteya Bicîkar a Encûmena Sûrya Demokrat (Ilham Ehmed) ji kenala BBC ya Birîtanî re ragihand, ku dibe di pêşerojeke nêzîk de, Hêzên Sûryay Demokrat (HSD) tevlî Artêşa Sûryê bibin.Ilham Ehmed diyar kir, heger li ser sîstema rêvebirina Sûryê û pêşeroja wî welatî, rêketinek di nav wan û rêjîmê de çêbibe, wê demê HSD wê tevlî artêşa Sûryê bibe, lê heya niha ti rêketin di danûstendinan de çênebûye.Ehmed derbarê zeviyên petrola Rojavayê Kurdistanê got: Niha ew zevî di bin kontrola HSDê de ne û ewê bimînin di bin kontrola HSDê de, heya dema ku kirîza Sûryê bi temamî bê çarekirin.Ev mehek e, YPG, HSD û PYD dest bi gotûbêjan li gel Hikûmeta Sûryê kirine û heya niha jî du gerên danûstendinan birêve çûne.Di Gulana derbasbûyî de jî, serokê Sûryê Beşar Esed ragihand ku, tenê du rê li pêşya HSDê heye, yan wê navçeyên di bin destê xwe de, bi diyalogê radest bike, yan jî wê Artêşa Sûryê bi hêzê wan deveran kontrol bike.

2 Nêrîn

  1. Muhemd Dewran. Ez tînim bîra her Kurdekî..\r\nPartîya Hizba Bees li Surîyê li Sala 1947a di bin nav û armaca tirs û xeterên Paşerojê li dijî neteweya Arabî hatî ava kirin. Tirs û xeter jî Dewleta Îsrêl bû.Li Sala 1967a Îsrayêl perçek ji Erdê Surîyê zept kir.(Colan)bû.\r\nLi Sala 1982 Îsrayêl hêrişî Libnanê kir da ku Çekdarên Felestînê ji Libnanê derxîne. Hîngê Surîyê alîkarîya Îsrayêl kir û bi Hezaran Çekdarên Felstînê tevî Serokê xwe yê Ciştî Yaser Arafat ji Libnanê bi dûr xistin.\r\nHîngê Îtîfaqek pir bi sirî di navbera Rijîma Suryê û Îsrayêl hat mor kirin lê nehat aşkere kirin.Bi tenê dereng hat gotin ku Îtafaq bi îtîfaqek nûh hat guhartin.Li destpêka Sala 1982a çêra Çîrokek balkêş hat kirin ku Rijîma Surîyê digel Rêberê PKKê îtîfaqek ne nivîsandî hatî kirin ku xebata Sosyalîstîya Îlmî,li Rojhelata Navîn pêkve bikin.Li Slala 1982 PKKê Kongira xwe ya Duhemîn li Suryê di bin nav û nîşana Rêzgar kirina Kurdistana mezin de bi armancek Sosyaîstîya îlmî,girêda.\r\nÎtafaqîya Adena: Suryê û Turkyê li dijî PKKê.\r\n.Eve ye.\r\n1-Alîkarîya Turkîyê digel Surîyê(li dijî Terorê)li ser Sînorên Suryê û Turkîyê da ku dêmahîyê li Terorostîyê bîne Şam, amadeye bi hemî renga ku pal pişa PKKê li Suryê û li Libnanê têk bidet û Serokê PKKê Abduah Ocelan ji Surîyê der sînor bike û bingeh û warên PKKê li Surîyê qebat bike.Her wisa nehêle ku Çekdarên PKKê ji Suryê derbazî Turkîyê bibin.2-Îtaq heq didet Turkîy ku heqê xwe yê sirûştî bi kar bîne (xwe biparize)dema zerer û zîyana can û mal hebin Turkyê ,heqê xwe ji Surîyê bixweze.Û heger Suryê pal piştîya xwe,bi yekser ranwestîne heqê Turkîyê heye ku tedbîra bigre.\r\nHîna 3 û 4 şertên Îtîfaqîyê hene û Îtîfaq heta bi nûhe dewam diket..Bawerî bi Rijîma Suryê nabe.û nabe.\r\nBi tenê bextê Kurdan ewe ku bawerîya Kurdan ku bi xwe bi xwe bi yekbûna xwe hebe.

Nerîna min :