HSD: Me hinek xalan de li hev kiriye
Li gora nûçeya Rûdawê; berdevkê HSDê Kino Gabriel ragihand ku dewriyên hevbeş yên Amerîkîa û Tirkiyê, beşek e ji wê protokola ku wan û Hevpeymaniya Navdewletî li ser li hev kirine.
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kino Gabriel got, ew protokol wê derfetekê bide HSDê ku terkîza xwe bixe ser şerê DAIŞê û rûberûbûna şaneyên razayî.
Kino Gabriel bal kişand ser wê yekê, HSDê çekên xwe yên giran kişandiye, herwiha rêbend û xalên ne serekî jî di navbera Girê Sipî û Serê Kaniyê de jinav birine.
Berdevkê HSDê ragihand ku ew operasyonên ku li devera sînorî li bakurê Sûriyê tên encamdan, beşek ji bernameya ku berê Hêzên Sûriya Demokrat, Hevpeymaniya Navdewletî û artêş û hikûmeta Tirkiyê li ser rêkeftibûn e ku ew jî tedbîrên taybet ji bo parastina deverên sînorî ye.
Kino Gabriel herwiha got, “Bê guman ev bername çend xalan bi xwe ve digire, di nav de vekişandina hêzên me, rakirina hinek ji xalên ne serekî li wê navçeyê û vekişandina çekên giran, herwiha birêvebirina dewriyên hevbeş di navbera hêzên Amerîkî û Tirkî de, ku di destpêkê de 3 dewriyên esmanî yên hevbeş birêve çûne, herwiha îro yekem dewriyên hevbeş yên bejayî destpê kirine, ku wê dest bi çavdêriyê li Navçeya Aram di navbera Girê Sipî û Serê Kaniyê de bike.”
Berdevkê HSDê got, “Armanca sereke ya dewriyeya hevbeş ew e ku ewlekarî li wan navçeyan bihêz bibe, ev yek wê bibe derfetek ji bo ku Hêzên Sûriya Demukrat fokusa xwe bixe li ser rûberûbûna gefên grûpên terorîst weke DAIşê û ew girûpên din yên gef in li ser navçeyê.”