Cîhan

Bingehên Heşda Şeibî hatin bombebaran kirin

Li gora ku Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dide xûyakirin, hinek bingehên Milîsên Şîe li devera Tixûbê Suriye û Iraqê de hatin bombebaran kirin.

Çend bingehên Milîsên Şîe wek Tevgera Îbidal, Heyderiyun û Hizbullaha Iraqî , li devera Ebu Kamal li başûrê rojhilata Suriye hatin bombebaran kirin.

Ev bingehên Milîsên Şîe bi daxwaziya Suriye û di bin fermana Sipayê Pasdarên Îranê hatibûn avakirin.

Bombebaran ji aliyê hinek balefirên cengî ve hatiye kirin ku, nizanin ev balefirên kijan welatiye.

Di encama bombebaranê de gelek teqînên mezin li van bingehan çêbûne. Lê di derbarê ziyana canî de tu agahdarî destve nehatine.

Tê zanin ku eve demeke hinek bingehên Milîsên Şîe ku Îranê ve girêdayîne li Iraqê hatin bombebaran kirin. Bê ku Îsrail mikur werê dibêjin ku Îsrail van cihên giradyê Îranê bombebaran dike. Lê Îsrail ne li xwe mikur tê û ne jî inkar dike.

Back to top button