Polîtîk

Dê rola ENKSê di Navçeya Aram de hebe

Projeya Navçeya Aram li Rojavayê Kurdistanê destpê kir û serkirdeyê ENKSê Ebdulrehman Apo jî dibêje, ENKS dê rola wê di rêvebirina Navçeya Aram de hebe û Hêza Roj a Pêşmergeyên Rojava jî dê vegere Rojavayê Kurdistanê.

Ebdulrehman Apo ji malpera KDP.info re ragihand: “Projeya Navçeya Aram bi 3 qonaxan tê cîbicîkirin û îro qonaxa yekê birêve çû, ku hemû sînorên rojhilatê Ferat li xwe digre, jibilî bajarê Qamişlo ku di destê hêzên ewlehiya Sûriyê de ye. Amerîka û Tirkiye li ser Navçeya Aram lihev kirine.”

Apo wiha got: “Destpêkirina Navçeya Aram dê çareseriyeke guncayî be ji bo kêmkirina şer li Sûriyê, bi wî mercî ku nêtek û mebesteke din a wan aliyan di vê proseyê de tune be, ji ber ku Sûriye û Tirkiye jî bi avakirina Navçeya Aram razî ne.”

Wî serkirdeyê ENKSê wiha domand: “Di qonaxên bê de ENKS dê roleke berçav û bi bandor hebe di Navçeya Aram de. ENKS û partiyên siyasî û Pêşmergeyên Rojava dê vegerin Rojavayê Kurdistanê û dê rola wan hebe di birêvebirina Navçeya Aram de.”

Back to top button