Polîtîk

Serûberkirina Tevgera Netewî li Bakurê Kurdistanê

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) , PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan) li Diyarbekirê ji bo gotubêj kirina Tevgera Netewî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê civînek li dar xist. Herdu partiyan di encama civînê de daxûyaniyek ragihandin.

Daxûyanî:


Li Amedê civîna “Serûber Kirina Tevgera Neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê” li dar ket

Civîna ku bi navê “Serûber Kirina Tevgera Neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê”, ji alîyê PAK û PSKyê ve hatibû organîze kirin, îro(08.09.2019) li Amedê li dar ket.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Berdevkê PDK Bakur Hamit Kiliçaslan, û li gel nûnerên PAK,PSK, PDK Bakur nêzîkî 50 sîyasetvanên Kurd yên vexwendî beşdarî civînê bûn.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Sait Aydoğmuş û Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dağtekin moderatorîya civînê kirin.

Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Sait Aydoğmuş bi Kurdî axaftina destpêkê kir.

Piştî axaftina Sait Aydoğmuş, civîn ji çapemenîyê re girtî dewam kir.

Rojeva civînê weha hatibû dîyar kirin:

‘’Ji hev belavbûna tevgera netewî-demokratîk a Bakurê Kurdistanê rastîyeke me ye. Li ser prensîbên netewî-demokaratîk serûber kirina tevgera netewî-demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê pêwîstîyeke me ya esasî ye. Di derbarê vê pêwîstîyê û di derbarê  bicîh anîna rê û rêbazên vê pêwîstîyê de em dixwazin di vê civînê de bi hev re li rê û rêbazan bigerin û bîr û rayên hevdu bi hev re parve bikin. ‘’

Beşdarên civînê li ser vê rojevê bîr û rayên xwe anîn ziman. Hemû beşdarên civînê bal kişandin ser wê yekê ku, ev civîn di pêşde birina peywendîyên navxweyî yên tevgera netewî-demokratîk û ji bo xurt kirina çanda bi hevdu re xebatê de roleke girîng dilîze.

Piştî gengeşî û nirxandinên berfireh, beşdarên civînê ji bo berdewamîya van civînan û herweha li ser van xalên esasî de gihîştin fikir û rayeke hevbeş:

-Di demên pêş de divê bi hev re karên hevbeş bê kirin.

-Ji bo di derbarê pisgirêkên tevgera netewî-demokratîk nêrîn û aqilîyeteke hevbeş bê hûnandin, dê dîyalog û nirxandin û gengeşîyên hevbeş bêne berdewam kirin.

-ji bo serûber kirina tevgera netewî-demokratîk dê helwesteke aktîf bê meşandin.

-Civînên li ser rojevên dîyar kirî ku ava kirina hevkarîyên mayînde ji xwe re bike armanc dê bêne organîze kirin.

Civîna “Serûber Kirina Tevgera Neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê” bi awayekî berhemdar û di atmosfereke hêvîdar e bi dawî hat.

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan)

Back to top button