PolîtîkRojev

Herdu zaroka encama êrîşa PKKê de jiyana xwe ji dest da

Dije Terora Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand: “Di encama êrîşa mûşekî ya terorîstên PKKê de du welatî şehîd bûn û du welatî jî birîndar in.”

Di daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê de hat eşkerekirin: “Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, vê êvarê 26ê Gulana 2022yan, terorîstên PKKê du mûşek arasteyî gundê Eredna yê ser bi nahiya Bamernê ya navçeya Amêdiyê ya li parêzgeha Duhokê kirin, di encamê de du welatî şehîd bûn û du welatiyên din jî birîndar bûn.”

Cardin çekdarên PKKê êrîşê gundekî başûrê Kurdistanê kirin û di encamp de du zarok ajiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Lê mixabin media PKKê di vê bûyerê de jî derewa dike û dezenfarmasyona belav dike û dibêje ev zarok di encama êrîşa Tirkiye de hatine kuştin.

Tirkiye bi sedema ku PKK li başûrê  dikeve di nava xaka başûrê Kurdistanê de. Her dema encama êrîşa Tirkiye de hinek hemwelatî jiyana xwe ji dest bidin, ev yek gelek vekirî ji aliyê hemwelatiyan û berpirsên ewlehiya herêma Kurdistanê tê eşkere kirin.

Back to top button