PolîtîkRojev

Şoreşa Gulanê hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezina Eylûlê bû..

Serok Barzanî bi minasebeta 26ê Gulanê ji bo raya Giştî ya Kurdistanê peyameka bîranînê ragihand.

Peyama serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa Gulanê, qonaxeke girîngê berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê ye. Ev şoreşe berdewamî û hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezina Eylûlê bû. Evê şoreşê selmand ku eger li qonaxek da xebata gelê Kurdistanê ji bo demeke kurt tûşî rawestan û şikestê hatibê, lê belê îradeya têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê tu demekê neşikestiye û bi nefes û hêzeke nû berdewam dibê ji bo gihîştina bi azadiyê. Ew azadî û destkeftên niha hene berhemê xwîn û qurbanîdana gelê meye li Şoreşa Gulan û hemû şoreşên din.

Li çil û şeşemîn salvegera Şoreşa Gulanê da, pêzanînên min ji bo wan hemû têkoşer û Pêşmerge û rêkxistinên navxweyî û wan niştimanperweran heye ku bi cangoriyane koçberiyê hilbijartin û qurbaniyan dan û bûne beşek ji şanaziyên gelê me.

Li vê bîranîna pîroz da hezaran silav ji bo giyanê yekem şehîdê Şoreşa Gulanê Şehîd Seyid Abdulla Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînîn û her wiha silav li xweragirî û qehremaniya Pêşmerge ku bi xwîn û qurbanîdana xwe serfîraziyê ji bo gelê xwe pêkanîn.

Mesûd Barzanî
26.05.2022

Back to top button