Cîhan

Home Istanbul li Hewlêrê hat vekirin

Li bajarê Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê, bazara hevçerx a Home Istanbulê hat vekirin.

Li go AKnews duhî, Home Istanbul li bazara “Family Mall” li ser rûberê 9 hezar û 200 mitrên ducar ji hêla Ozel Group ve deriyê xwe ji bo hevwelatiyên herêma Kurdistanê vekir.

Endamê desteya kargêrî ya “Ozel Group” Îro Ozel di rêwresmên vekirinê de got:

– Em gelek dilşad in ku em bazara xwe li Hewlêra paytext vedikin, ev heyama 30 salane me dest bi veberhênanê kiriye û em ê projeyên wiha li bajarên din ên herêma Kurdistan û Iraqê jî vekin.
Ozel bal kişand ku di Home Istanbulê de bêtirî 17 hezar û 500 cureyên kel û pelan hene.

Ji bal xwe ve, Newzad Hadî waliyê  Hewlêrê  got:

– Em kêfxweş in ku projeyeke din a avakirinê li Hewlêr a paytext vedikin ku nîşana pêşketina aborî, rewşa aram a paytextê ye û her wiha encama siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê di war aborî û pêşdebirina kerta wê de ye.

Her wiha serkonsoloê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Ayden Selcen jî di merasima vekirina Home Istanbulê de amade bû û di peyvekê de got ku, niha 741 fîrmayên Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê dixebitin.

Back to top button