Polîtîk

Hamît Geylanî wek serokê nû yê BDPê hat diyar kirin

Civata partiyê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), li şûna Selahatîn Demîrtaş ku ji ber namzediya serbixwe ji partiyê îstîfa kiribû,  parlamenterê Colemêrgê (Hakkarî) Hamît Geylanî wek serokê nû yê BDPê hilbijart.

Civata partiyê ya BDPê encamnameya civîna xwe ya duhî ya li Diyarbekirê ragihand. Li gor encamnameyê, pêştir biryar hatibû dayîn civîn li Enqereyê bê kirin lê ji ber pêşhateyên awerte, cihê civînê bo Diyarbekirê hate guhastin.

BDPê diyar kir ku hêzên ewlekariyê bi “rêbazên terorê” mudaxaleya girseya ku biryara Desteya Bilind a Hilbjartinê ya Tirkiyeyê (YSK) şermezar dikir, kirine û got:
– Berpirsê bûyerên ku di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn, hikûmet e.
Civata Partiyê biryar daye, Îbrahîm Orûçê ku di xwepêşandana Bîsmîlê de hatibû kuştin, wek “şehîdê demokrasiyê” bê ragihandin.

Wer weha di civînê de, li şûna endamên Civata Partiyê yên ku ji bo namzediya serbixwe îstîfa kirine, çend endamên yedek hatine hilbijartin û li şûna Selahettîn Demîrtaş jî parlamenterê Colemêrgê Hamît Geylanî bûye serokê BDPê.

Omer Agin, Bûşra Ersanli, Osman Ergîn, Yildiz Aktaş, Hûseyîn Dag, Ozlem Yanat û Yûksek Mûtlû jî bûne endamên Desteya Navenda Rêveber ya BDPê.(AKnews)

Back to top button