
Mark Rutte Serok Wezîrên Holanda roja yekşem bi fermî daxwaza lêborînê ji cihûyan kir bo ku li şerê dûyê cîhanî de ewan reftarekî baş li gel cihûyan nebûye.
Serok Wezîrê Holanda li bîranîna 75 saliya karesata nemirovaneya #Auschwitz de got: Ji niha de beşek ji paşmayên qurbaniyên wê demê li jiyanê dane û li gel me ne, pêwîste bi navê Hikumeta Holanda ve daxwaza lêborînê li we bikim.
Rutte ku heman demî de (Kîpya) kumê taybetî ya cihûyan daniye ser serê xwe û got: Ez di demek da daxwaza lêborînê dikim ku dizanim ku êşeke kûr ya wekî komkojuyê (Holocaust) û birîna wê nayê kevandin û nayê ji bîrkirin.
Di dema şerê dûyemê cîhanî de nêzîkî 102 hezar cihû ji Holanda ve şandina wargehên Almanên Nazî û li wir hemû hatin kûştin, rêjeya cihûyan li berî komkujiyê li Holanda 140 hezar kes bû.