Cîhan

Amerîka li Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyonan dike

Amerîka operasyonên dijî Da’îşê li Rojavayê Kurdistanê destpêkir û biryare heftane çar operasyon encam bidin û yekemîn care serdana li navçeyekî Heseke jî dikin.

Kenneth McKenzie Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîka ragihand, li gel hêzên Suriya Demokrat (HSD) dest bi operasyonên dijî Da’îş kirine û heftiyê sê, çar operasyonan encam didin.

McKenzie dibêje: “Ji bilî wê yekê ku li 3ê vê mehê bi sedema wan êrîşên ku li ser binkeyên me yên serbazî têne kirin, me operasyonên dijî Da’îşê ragirtibûn, lê belê li Rojavayê Kurdistanê û li gel hêzên Suriya Demokrat me dest bi operasyonên dijî Da’îş kirine”.

 

Back to top button