Pekîn û Parîs ji Tehranê vekişiyan

Bêjen Zengene Wezîrê Nefta rêjîma Îranê gotiye kompanya nefta Çînê (CNPC) û kompanya Total ya Fransa, peymanên xwe yên li gel Îranê hilweşandine û Îranê bi yekcarî bi cîh hiştine.

Ew dû kompanya ku ji bo pêşxistina beşa gaz ya kêlgeha “Parsî Başûr” li gel Wezareta Nefta Îranê peymanê îmza kiribûn, bi gotina Bêjen Zengene Wezîrê Nefta Îranê ji peymanên xwe paşgez bûne û Îranê bicîh hiştine.

Sedema hilweşandina peymanên wan dû kompanyayan vedigere li ser dorpêça aboriya Amerîka ya li dijî Îranê

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: