Cîhan

Hîwa yê Pêşmerge bû serkirdeyek ji Hêza Asmaniya Amerîka

Cîgirê Efser bi pileya Neyab Hîwa Mehmud Hemedemîn li ser daxwaza Hêzên Amerîka li sala 2016 gihîşt wî welatî ji bo beşdarbûna li xula 68 ê Akademiya Yarîdederê Efserê Pol ku Akademiyekî serbaziye û taybete bi pêgihandina Cîgirê Efser li astekî bilind û pêşketî. Ji wê rêyî ve Hîwa karî qonaxekî nû li jiyan û erkê Pêşmergeyetî bigrê û bawername bi dest ve bênê û bexwedana xwe bigihîne astekî akademîk.

Hîwa Mehmud bi malpera fermî ya Wezareta Pêşmerge ragihand: Di destpêkê de çûyîna min ya ji bo serkirdayetiya Hêza Asmaniya Amerîka de, min kursê ziman wergirt paşê jî min karî 18 meh pênç kursên xwendinê li akademiyê bi serkeftî xelas bikim û bawernameya taybet bi yarîdederê efserê Pol werbigrim.

Back to top button