Civak

Hilbijartinên dagirkeran de dîsa em têne kuştin

Tevgera Ciwanên kurdistanê di derbarê Teqîna Amedê de daxuyaniyek derxist û vê teqînê şermezar dike.  JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ REÎro li Amedê di mitînga HDPê de teqînek çêbû û li gel mirovên jîyana xwe ji dest dan gelek birîndar jî hene. Berî Amedê li Çewlik û Erziromê jî êrişî Kurdan kirin û qetil kirin. Di hemû şer û pêvçûnên ku di pêvajoya hilbijartinên de çêbûn, tim Kurdan xisarê dîtin.Îro em di rewşekê de ne ku di pêvajoya hilbijartina parlamentoya dagirkeran de dîsa em tên kuştin. Ne hilbijartin hilbijartina me ye, ne parlamento parlamentoya me ye ne jî ev pergal pergala me ye lê tim em dibin qurbana wan.Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê hemû êrişên li hember Kurdan dibin nelet dikin. Tenê rêyek heye ku em ji vê rewşê xilas bibin, ew jî dewletbûna me ye. Loma divê hemû hêzên Kurdan ji bo dewletbûna Kurdan bixebitin. Rêya wê jî ji veqetina pergala dagirkeran derbas dibe.Kengî Kurd dev ji slogana “Biratiya Gelan” û ji sembolên dagirkeran berdan, wê çaxê wê têkoşîna netewî pêşkeve û emê jî karibin dawî li van êrişan bînin.Çareseriya me dewletbûne û heta em bê dewletbin wê dijminên me tim me bikujin. Loma divê em tenê ji bo serxwebûna/dewletbûna xwe têbikoşin. tevgeraciwanan_371310846TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ

Back to top button