Polîtîk

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin paşxistin

Komîsyona Hilbijartinên Iraqê ragihand ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di roja ku hatiye diyarkirin de nayên lidarxistin.

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 25ê Sibata 2024ê de nayên kirin. 

Berdevkê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan Îmad Cemîl diyar kir ku ji ber biryara Dadgeha Federal a paşxistina kursiyên pêkhateyan, komîsyon nikare hilbijartinên parlamentoyê pêk bîne. 

Cemîl got: “Ji ber ku Dadgeha Federal rûniştina kursiyên kotayan taloqî 21ê Çileyê kir, komîsyon nikare amadekariyên hilbijartinê bike”. 

Berdevkê Komîsyonê Cemîl ragihand ku, “Bi awayekî fermî Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye agahdarkirin û ji bo diyarkirina dîrokek din a hilbijartinên parlamentoyê, daxwaza lihevkirinê hatiye kirin”.

Back to top button