Cîhan

Bolton: Divê em li dijî Îranê têkevin nav tevgerê

Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Bolton got ku divê Amerîka bêyî wendakirina demê li dijî Îranê têkeve nav tevgerê û bêdeng nemîne.

Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Bolton ji çapemeniyê re got ku “Amerîka nikare helwestek berteng li hember Îran a ku hêzên xwe yên wekalet li Iraq û Sûriyê bikar tîne da ku armancên serbazî yên Amerîkî li wir bixin, nîşan bide”.

 Bolton bi berdewamî got: “Du rê hene ji bo ku Îran vegere sindoqa xwe û tiştên li herêmê xerabtir nebe. Ya yekem: Ji wan lava bikin ku rewş zêde xirabtir nekin, ku di bingeha xwe de stratejiya Qesra Spî ye. Ya duyem: Êrîşkirina Îranê û terorîstên pê ve girêdayî ye”.  

Bolton anî zimên ku heger Îran û hevalbendên wê êşê nekşînin û neyên cezakirin, ewê kiryarên xwe yên terorîstî bidomînin û zêdetir êrîşî baregehên Amerîka û hevalbendên wê bikin.

Back to top button