Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, li gor ew raportên ku ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û navdewletî ve gihîştinê destê wan, hilbijartinên Iraqê cihê baweriyê ye.Di konfranseke çapemeniyê de, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Heather Nauert di bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand: “Em agahdarî nûçeyên saxtekariyê di hilbijartinên Iraqê de ne û em agahdar in ku Komîsyona Bilinda Hilbijartinan lêkolînê li ser wan dike. Li gorî wan raportên ku ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û navdewletî ve gihîştine me, hilbijartinên Iraqê cihê baweriyê ye.”Heather Nauert herwiha pîrozbayî li aliyên beşdar di hilbijartinan de û xelkê Iraqê kir û da xuyakirin, giring e ku iraqiyan beşdarî di vê proseya demokrasî de kir.Derbarê serkevtina Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedir de jî, ku ji sala 2003 ve li dijî mana hêzên Amerîkayê li nav axa Iraqê bû, Nauert got, ew agahdarî dîrok û helwestên Muqteda Sedir in û destnîşan kir, ku hikûmeta nû ya Iraqê dê hikûmeteke hevpeymanî be.Derbarê rola Îranê li Iraqê û serdanên Fermanderê Hêza Quds a ser bi Supaya Pasdaran Qasim Sulêymanî bo Iraqê de jî, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir, ku hejmoniya Îranê hertim ji bo Waşingtonê cihê nîgeraniyê bûye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: