Li gora nûçeya Rûdawê, Serokê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr ragihand, ku Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bi telefonê li gel wî peywendî danîne û ji ber serkeftina di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de pîrozbahî lê kirine.Serokê Tevgera Sedr, ku di heman demê de pêşengê lîsteya Saîrûn a Iraqê ye di daxuyaniyekê de ragihand: “Birêz Mesûd Barzanî û birêz Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefonî de pîrozbahiya serkeftina lîsteya me kirin. Me bi hevre behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kir.”Sedr diyar kir, ku ji ber vê peywendiya telefonî wî jî spas kiriye û gotiye: “Em ji Xweda daxwaz dikin peywendiyên biratiyê di nava gelên Iraqê de serwer bibin, hezkirin di nava tevahiya pêkhateyên cuda yên Iraqê de pêk were.”Li gorî encamên heta niha di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr li ser astê Iraqê yekemîn e û heta niha 54 kursî bidest xistine.  Bi vî awayî erkê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê dikeve ser milê vê hevpeymaniyê.Ji aliyê din ve li Herêma Kurdistanê jî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya bi serokatiya Mesûd Barzanî di rêza yekemîn de ye û herî zêde deng anîne.Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Serd duh bi twittekê ragihand, ku ew dê hikûmetake teknokrat û dûrê hizbî pêk bînin. Herwiha bi awayeke ne rasterast amaje kir ku dê PDK jî di nava hikûmeta nû de cîh bigre û YNK li derveyî hevpeymaniyê bimîne.  

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: