Civak

Serok Barzanî pîrozbahî li Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê kir

Bi minasebeta salvegera damezirandina 56 saliya Yekitiya Mamustayê Kurdistanê serok Barzani daxûyaniyek da û dibêje: Mamustayên Kurdistanê nifşê ji bo gelê xwe hişyar digihîne û dema pêwist mil didin milê pêşmergeyan şerê parastina xaka xwe dikin.Peyama Serok Barzani:


Bi navê xwedayê mezin û dilovanBirêz Sekreter û Endamên Sekreteriyeta Yekîtiya Mamostayên KurdistanêSilav û rêzBi helkefta salvegera pencih û şeş saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, pîrozbahiyekî germ pêşkêşî we û hemû mamostayên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftina zêdetir bo we dixwazim.Mamostayên Kurdistanê li gel erkê pêgihandina nifşeke hişyar ji bo gelê xwe, li xebata rizgarîxwaza neteweyî da serbilindane mil bi milê Pêşmerge li sengera berevaniyê da bûne û dehan şehîd pêşkêşî Kurdistanê kirine.Li rêya yekîtiya we ve, spasî helwest û îrade û dilsoziya hemû mamostayên Kurdistanê dikim beramber wê tehemul kirina rewşa sext û dijwar û berdewam bûna li erkê pîrozê ser milê wan de.Em li bendê ne mamostayên Kurdistanê, zarok û gedeyên me bi hêviyeke binyadnerane û bi perwerdeyekî pêşketiyane bi zanist û evîna welat ve perwerde bikin.Her şad û serkeftî binMesûd Barzanî15.05.2018

Back to top button