Nivîsar

Hilbijartinên herêmî û tifaqên bê prensîb

Li Tirkiye û Kurdistana Bakur hilbijartinên herêmî di meha Adara 2019ê çêdibin. Lê ji niha ve partiyên siyasî ji bo hilbijartina li hevkariya digerin.  Di bingehê hevkariya de têkbirina AKPê heye. Ji bo AKP li hinek bajarên mezin winda bike partiyên wek CHPê û IYI Partî têne bahev. Herweha di navbera CHPê û HDPê de jî hevdîtinên veşartî hene.

Ji partiyên Tirkiye kesek vekirî naxwaze li gel HDPê bide û bistîne. Eger hevkariyek çêbibe dê veşartibe û ev yek jî nej i aliyê CHPê û nej î ji aliyê HDPê ve ne tiştek etiq e. Di siyasetê de partiyên yasayî nabe weşartî hevkariya bikin. Eger hevkariyên weşartî hebin ev tê wateya ku tişta dikin jê fedî dikin. Tişta ku mirov jê fedî bike neyê kirin baştir e.

Di hilbijartinên parlementoya Tirkiye de hevkariya AKPê û partiya nijadperest MHPê ji aliyê kurdan ve xirab hate nirxandin û heta kurdên di nava AKPê de ev gazind ji partiyê û Erdogan kirin. Di eslê xwe de heman tişt CHP dike CHP û IYI partî tên ba hev , ji xwe hilbijartinên parlementoyê de jî di nava tifaqekî de bûn. Lê qasê hevkariya AKPê û MHPê hate rexnekirin, ewqas behsa ya CHPê û IYI Parti nehat kirin.Halbûkî tu cudahiyek navbera MHPê û IYI Partiyê de tuneye. Herdu partîjî li ser bingehek nijadperestî siyasetê dikin û IYI Parti ji MHPê veqetiyabû.

Li Kurdistanê HDP hewldide ku li gel CHPêhevkariyê bike , ji aliyek din ve jî li gel partiyên Kurdistanî dide û distine. Lê HDP li gel aliyên kurd ne bi îcaza Qendilê be nikare hevkariya bike. Ji bo vê jî tu bihayê banga ji bo hevkariya dikin tuneye.

Hilbijarinên herêmî dikare bibe sedemek desthilatdariya AKPê biheje, ji bo vê yekê jî partiyên li himber AKPê tenê ji bo AKP winda bike hevkariya dikin. Ihtimala ku hinek bajarên mezin wek Stanbul û Enqere AKP winda bike gelektir dibe. AKP li van bajaran winda bike desthilatdariya heyî jî di nezara xelkê de darbeyek mezin bixwe.

Lê di rastiya xwe de ji aliyê kurdan ve tu pêşketin tuneye. Hinek partî eger sernekevin jî wek prensib hewldidin ku berbijêrên kurd nîşanbidin û heza xwe bi awayekî bidin xûyakirin. Ev gav gelekî baş û bi cesarete. Eger berbijêrin li hinek deverên Kurdistanê baş bêne neqandin ihtimala ku xelk denga bidin wan geleke. Lê ji hemûyê giringtir ewe ku ev partî helwesta xwe deynin û berbijêrên xwe bidin nîşandan.

Evy ek heta radeyekî leyiztikên HDPê jî têkdibe û ji bo pêşerojê dibe gavek erênî.

15.11.2018

Nûçe/analîz

 

Back to top button