Cîhan

Li Suriye şerê DAÎŞê çend mehan de xilas dibe

Nûnerê Amerika yê Suriye James Jeffrey di daxûyaniyek ya xwe de dibêje ku,li Suriye şerê li dijê DAÎşê dê çend mehekî de xilas bibe. James Jeffrey dibêje ku şerê li dijê DAÎŞê li Suriye li herêma Rojhilatê Firatê berdewame û ev şer jî bi pişgiriya hevpeymaniya bi rêya HSDê tê kirin.
Jeffrey got: Şer berdewam e HSD bi pişgiriya me şer dikin.Em dizanin ku ev şer çend mehan de xilas dibe û deverek ku bi bêi çekên giran di destê DAÎŞê de namine. Ev herêm cihê dawiye.
Nûnerê Amerika dibêje ku, piştî li Suriye têkçûna DAÎŞê dê pêvajoya siyasî destpê bike û şerê navxwe bê xilas kirin û ji bo vê jî heta dawiya salê komisyona destûrê dest karê xwe dike.
Li gora nûnerê Amerika gerek serokê rejima Suriye Esad li ser mase rûnenê, lê Rusya pişgiryê dike û Esad tîne li ser masê.

Siyaseta Amerika li Suriye û Kurdistana Rojava ne diyare. Gelo dema şerê DAÎŞê dawî bê , dê Amerika pêvajoya siyasî de pişgiriya PYDê bike yan na? ev pirsa herî giring û bê bersive. Niha YPG li deverên derê Kurdistanê şerê DAÎŞê dike. Li ser daxwaziya Amerika vê yekê dike. Bedelê vî şerî bû xwêna bi hezaran ciwanên kurd. Ev şer li dijê DAÎŞê ye ,lê ne ji bo Kurdistanê ye.

Back to top button