Nivîsar

Hilbijartinên herêmî çi dibe û çi tînê !

Li Kurdistanê aliyên Kurd nekarin di platformek berfireh de xwe bidin hev û Tifaqa Kurdistanî avabikin. Bê guman gelek sedem hene ku di vê derbarê de bêne gotubêj kirin.

Dara Bilek

Di hilbijartinên herêmî de, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê du xalên gelek giring hene ku, dikare bandora xwe bi awayekî li pêvajoya piştî hilbijartina bike. Bajarên mezin wek Stanbol, Enqere, Îzmir, Edene û Bursa ji bo AK Partiyê girîngin. Taybetî ji bo Erdogan bi xwe jî Stanbol gelekî girîng e. Eger AK Partî li van bajarên mezin winda bike , dê destê muxalefetê bi hêz bibe û taybetî CHP dikare nakokiyên navxe ji bo demekî jî be bidin aliyekî û meşrutiyeta Erdogan bikin babeteka gotubêjan û doza hilbijartinek pêşwext bikin. Gotubêjên bi vî awayî tiştekî destve neynê jî, bandore li siyasetê dike û ji bo demekî rojeva siyasetê diguherê.

Berewajî, eger AK Partî Stanbolê û hinek bajarên mezin destve bîne , nakokiyên di nava CHPê de bi tundî dikeve rojeva siyaseta CHPê. Ev yek ji aliyekî nahêlê bi tu awayî CHP muxalefetê bike û aliyek din jî CHP aloz dibe û projeyên ku taybetî Îmamoglu ji bo 2028ê çêbike  têkdiçe û xwewna serokkomariya Tirkiye ji bo wî dawî tê. Ji xwe sedemek bingehîn ku, Erdogan û Îmamoglu giringiyê didin hilbijartina Stanbolê ev e. Winda kirina Îmamoglu bi awayekî dikare jiyana wî ya siyasî jî têkbibe. Karîzma Îmamoglu ya siyasî tenê ji serokatiya şeredariya Stanbolê tê pêş û ev post çeka herî mezine di destê wî de.

Li Kurdistanê rewş cudaye. Cardin dê hinek bajarên Kurdistanê deng di navbera AK Partiyê û DEMê de bêne belavkirin. Di van hilbijartinan de faktora HUDA PAR jî derketiye hole. Dixweyê di hinek deveran de Huda Par dengên berbiçav werdigire û heta li hinek navçeyan de dikare serbikeve û çend şeredariyan destve bîne. Eger bajarekî yê Kurdistanê de Huda Par serbikeve dibe surprîzek û ev dikare bi awayekî, hevsengiya siyasî li herêmê biguhere.

Li Kurdistanê AKPê û Huda Parê wek hilbijartinên giştî tifaq nekirin, bê guman ev yek dikare bibe sedemek ku hinek bajaran AKP winda bike. Wek minak bajarên wek Sêrtê, Bilisê heta radeyekî Batmanê ferqa dengên navbera AKPê û DEMê de ne gelekin, li cihna 2000 heta 4000 hezar dengin. Eger Huda Par van denga destve bîne , AKP winda dike. Ev yek bandorê rijeya denga dike. Kurtasî bajarên Kurdan de partiyên kiçik dikare hevsengiya denga biguhere.

Ji bo DEMê li gelek deveran li gora hilbijartinên giştî, zêdekirina denga gelekî girînge û bûye pirsa prestija wan a siyasî. Gotareka xwe de, berbijêrê DEMÊ yê Stanbolê Meral Beştaş dibêje: “  Em dixwazin hebûna heza xwe bizanin, hilbijêrên xwe bibînin. Serkeftin ji bo me; Wateya zêdekirina dengên me ye.“

DEMê li hinek cihan li gel CHPê bi navê“Tifaqa Bajara“ lihevkirine. Dixweyê deverên wek Stanbolê gelek endamên DEMê di listeyên CHPê yên meclisa şeredariyan de cih girtine. Lê mixabin cardin li hevhatinek nehiniye û herdu alîjî bi vê tifaqê mikur nayên.

Eger dengên DEMê kêm bibin ev tê wateya hêdî wek berê bingehê DEMê guh nade her tişta ku berpirs dixwazin. Têzanin nakokiyek mezin di navbera desthilta DEMê û Selahatin Demirtaş û heta radeyekî Qendil de heye. Ocalan û Qendil wek hev nafikirin û bawere dema behsa tecrîtê dikin, Ocalan bi awayekî ji aliyê Qendilê ve jî hatiye tecrît kirin. Ji aliyekî Demirtaş ji aliyek din Ocalan li ser bingehên cuda ji Qendil ne razine.

Taybetî kesayetên wek Leyla Zana û hinek figûrên din, dikarin bi pişgiriya Ocalan xwe qadan de nîşan bikin, hinek peyamên cuda bidin. Yanî ji bo kêmkirina bandora Qendil li ser DEMê di nava vê siyasetê de operasyonek xwe dide xûyakirin. Hêdî daxûyaniyên berpirsên PKKê wek Karasu yan jî Kalkan di nava bingeha DEMê de tê minaqeşekirin. Ev jî delilê kelandina bingehê vê siyasetê ye.

Bê guman di nava  DEMê de , çepên Tirk û Kemalist çikas kêm bibin û bandora wan aloz bibe , dê ewqas aliyê DEMê yê Kurdeyatî derkeve holê. Çikas di nava bingeha DEMê de hestên netewî pêşbikeve, ewqas siyaseta Qendîl û bandora wê li ser vê partiyê kêm dibe û ev partî di rasteqênî dikare bibe partiyek sivîl û Kurdistanî jî.

Li Kurdistanê aliyên Kurd nekarin di platformek berfireh de xwe bidin hev û Tifaqa Kurdistanî avabikin. Bê guman gelek sedem hene ku di vê derbarê de bêne gotubêj kirin. Lê xalek girîng heye ku, DEM zû bi zû bi hinek manewreyên siyasî nahêle ev platforma Kurdistanî ku bê avakirin. Yanî bandorê li hinek aliyan dike ku xwe nêzikî Platformek Kurdistanî nekin.

Niha bi pişgiriya Partiya Demokrat a Kurd û Hereketa Azadî HAK Par gelek cihan bi berbijêrên xwe dikeva hilbijartina. HAK Par ji bo çareseriya pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê federalizme diparêze. HAK PAR porpagandeya xwe ya hilbijartinan de Ala Kurdistanê jî wek sembol bi kar tîne. Gerek, ji bo hêzkirina hestên netewî ev yek baş bê dîtin û dengderên Kurd vê xala girîng ber bi çav bigrin. Keseyeta berbijêrên herêmî girînge, kesek Kurd be, Kurdeyatiyê bike û doza mafê rewa yê Kurda bike, çi partiye de be yan jî serbixwebe gerek rewşa wî/wê taybetbe û berbiçav bê girtin.

Ji aliyek din, hinek berbijêrên serbixwe di bajarên Kurdan de bûne berbijêr, kesayeta wan jî gelekî girînge. Kesayetên kurdeyatiyê diparêzin û nirxên netewî ji xwere kirine rêbaz gerek pişgiriya wan jî bê kirin.

Îro gelek tişt hene ku, di vê pêvajoya hilbijartinan de bêne gotubêj kirin. Lê helwesta her aliyek siyasî yan jî siyasetmedarekî di kesayet a wan a siyasî de zelaliyekî peyda bike.

Bû guman dê 1ê Nîsanê de babetê gotubêj û nirxandinên rojeve gelek awayek din be.

7.3.2024

Back to top button