Cîhan

DAIŞê êrîş kir, herî kêm 18 mirî, zêdetirî 50 windayî

Çeteyên DAIŞê li bejahiya Dêrezorê gundiyên ku kumik (tirûf, kuvark) berhev dikirin kirin hedef. Li gor SOHRê, 18 kes hatine kujtin, li gor rojnameya Dama Post a alîgirê hikûmetê jî 44 kes hatine kujtin. Tê texmînkirin 50 kesên ku agahî ji wan nehatine girtin ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

DAIŞê li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê, komek kesên ku kumik kom dikirin, xistin kemînê. Di êrîşê de herî kêm 14 sivîl û 4 endamên Hêzên Paraztina Netewî ya artêşa Sûriyê hatin kujtin. Hin çavkaniyan ragihandin ku hejmara miriyan ji 40î derbas bûye.

Di nûçeya Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) de, ku bi nêzîkbûna xwe ya ji opozîsyona Sûriyê re tê naskirin, li ser çavkaniyên xwe yên li meydanê, ragihand ku êrîş doh hatiye kirin. Çavdêriyê ragihand ku di kemînê de herî kêm 18 kes hatine kujtin. Li gor vê yekê 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 16 kes jî birîndar bûne. Her 4 endamên Hêzên Paraztina Netewî, ku ji bo piştgiriyê hatibûn şandin, li xala ku êrîş lê hatibû kirin hatin kujtin.

Li gor SOHRê, tê texmînkirin 50 kesên ku piştî êrîşê agahî ji wan nehatine girtin ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin. Hat diyarkirin ku di êrîşê de 12 wesayît hatine şewitandin.

Rojnameya Dama Post a alîgirê hikûmeta Sûriyê ragihand ku hejmara miriyan 44 e û 13 wesayîtên cotkarên ku kumik diçandin hatine şewitandin.

Back to top button