Polîtîk

Parlamenterê berê yê CHPê lêborîn ji Kurdan xwest

Parlamenterê berê yê CHPê Cîhangîr Îslam ji ber gotinên Burcu Koksal ji Kurdan lêborîn xwest.

Bertekên li hember gotinên Namzeta Şaredariya Afyonkarahîsar ya CHPê Burcu Koksal a ku gotibû “Ez endamên DEMê nakim şaredariyê” dewam dikin.

Piştî Namzetê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Wekîlê Serdema 27an Cîhangîr Îslam lêborîn ji Kurdan xwest.

Îslam di peyama xwe ya medya civakî de got: “Kurdên hêja; Endamên Partiya DEM. Ez wek endamê CHPê lêborîna xwe ji we dixwazim. Şaredarî karê rêvebirinê ye“.

Gotinên Namzeta Şaredariya Afyonkarahîsar ya CHPê Burcu Koksal hem di nav CHP û hem di nav DEM û Kurdan de rastî nerazîbûnek mezin hat. Her çiqasî Serokê CHP Ozgur Ozel gotibû “zimanê wê li hev geriyaye“ jî, Burcu Koksal gotibû ez ne poşman in û li gotinên xwe xwedî derket.

Back to top button