Civak

Ozel: Wê şaredar nameya sozdariyê îmze bikin

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, ragihand ku ji bo berdêla daxuyaniyên cudakar ên namzeda Afyonê û Cîgira Serokê Koma CHPê Burcu Koksal ên li hember endamên DEMê, wê berbijêrên şaredariyê nameya sozdariyê îmze bikin.

Ozelê ku li Kutahyayê mitînga hilbijartinê li dar xist got: “Ji 8ê Adarê û pê ve hemû şaredarên me wê peymana sozdariyê îmze bikin. Peymana sozdariyê wê li ser hinek mal û milkan jî be”.

Ozgur Ozel bi berdewamî got: “Ewê peymanê îmze bikin û bêjin ku dema hatin hilbijartin ewê mal û milkên xwe li ber deriyê şaredariyê vekin. Her weha şaredariyên CHPê wê piştgiriyê bidin mafên jinan, temsîliyeta wekhev a jinan, di şîdeta li ser jinê de bê tawîz bin. Jin ji xizmetên şaredariyê sûdê werdigirin, bi avakirina kreşan jiyana civakî ji wan re peyda dikin û îstihdama jinan zêde dikin. Ewê bi awayekî wekhev xizmetên şaredariyê bikin û deriyên şaredariyan ji her kesî re vekin, bêyî ku ferq û cudahiya baweriyên olî, mezhebî, etnîsîte, cihê jidayikbûnê, nîjad û kîjan nêrîna siyasî hebe, wê ji herkesî re soza vekirina deriyên şaredariyê bidin”.

Çi qewimî bû?

Namzeta Afyonkarahîsarê ya CHPê Burcu Koksal di mîtînga (06.03.2024) ku bi beşdariya Ozgur Ozel hat lidarxistin de got, “Dema ku ez hatim hilbijartin ezê deriyên Şaredariya Afyonkarahîsarê ji bilî DEMê ji hemû partiyên siyasî re vekim”.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel li ser bertekan daxuyanî da û got ku “zimanê wê li hev herbilî ye”. Lê hat diyarkirin ku Koksal berê jî daxuyaniyên bi vî rengî dabûn.

Back to top button