Polîtîk

Hilbijartina serokkomariya Iraq:Ebdulletîf Reşîd piraniya dengan bi dest anî

Parlamentoya Iraqê ji bo hilbiajrtina serokkomarê nû yê welat civiya û 277 parlamenter di civînê de amade bûn.

Ji bo posta Serokkomariya Iraqê 40 berbijêr hebûn ku PDKê berbijêrê xwe Rêber Ehmed vekişand û 39 berbijêr man.

Ji bo serokkomariya Iraqê du berbijêrên sereke hene, Berhem Salih û Letîf Reşîd.

Di civînê de dengdana ji bo hilbijartina serokkomarê nû birêve çû û piştî cudakirin û hejmara dengan, hat ragihandin ku Letîf Reşîd piraniya dengan bi dest xistiye.

Li gor agahiyan, Letîf Reşîd 157 deng û Berhem Salih 99 deng bi dest xistine.

Lê ji ber ku ti kesî nekarî rêjeya du li ser sê dengan misoger bike, hilbijartina serokkomar derbasî gera duyem bû.

Di gera duyem de her kesê ku piraniya dengan bi dest bixe, dê wek serokkomarê nû yê Iraqê were hilbijartin.

Li gorî hevkêşeya siyasî ya ku piştî sala 2003an li Iraqê hat avakirin, serokomar ji nav Kurdan tê hilbijartin.

Tê çaverêkirin ku serokomarê ku were hilbijartin, erka avakirina hikûmetê bide berbijêrê serokwezîriyê Mihemed Şiya Sûdanî yê hevpeymaniya Şîe yên ku Îran piştgirîya wan dike.

Tevî ku zêdetirî salekê bi ser hilbijartinên giştî yên Iraqê ku di 10ê Cotmeha 2021an de hatin lidarxistin re derbas bûye lê hîn jî hikûmeta nû nehatiye avakirin.

Back to top button