Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…

 

Îbrahîm GUÇLU

 

Li Iraqa Federalî, di 7-ê Adara 2010-an de hilbijartina giştî dê bê bi darxistin. Ji bona vê li Iraqa Federalî bi giştî û li Başurê Kurdistanê bi taybetî tevgerandineke gelek xurt û qempanyayeke bê pîvan dom dike.

 

Beriya ku ji bona hibijartinê reqabet û qempanya dest pê bike, li ser Qanûna Hilbijartinê minaqeşeyên dûr û dirêj; nekokiyên dijwar pêk hatin. Qanûna Hilbijartinê, piştî ku ji aliyê parlamentoya federal ya Iraqê de hat qebûl kirin, ji aliyê serokkomar Celal Telabanî de hat weto kirin. Vê bûyerê di siyaseta Iraqa Federalî de krîzeke siyasî anî holê. Di encamê de piştî lihevkirinekê û navbeyçiya Dewleta Yekgirtî ya Amerîkayê (DYA-yê), Qanûna Hilbijartinê hat pejirandin û biryar hat girtin ku di 7-ê Adar a 2010-an de hilbijartin pêk bê. Lê Qanûna Hilbijartinê pirsgirêk bi tevayî çareser nekir. Bi taybnetî jî, di Hikumeta Federal de wekheviya kurd û ereban pêk neanî. Temsîleke bi edalet tanzîm nekir. Encama hilbijartinê dê di parvekirina desthilatdariya federal de pirsgirêkên dom bikin.

 

Gorî Qanûna Hilbijartinê, hejmara parlamenteran zêdetir bû. Di sala 2005-an de 276 parlamenter hatin hilbijartin. Di ev hilbijartinê de 356 parlamenter dê bên hilbijartin. Partiyên Ereban û Kurdan hem bi tîfaqan û hem jî xweser beşdarî hilbijartinê dibin. Li Herêma Ereban,  çend tîfaqên mezin pêk hatine. Serokwezîrê Iraqê Malikî û çend partiyên din, di bin sîwana Tîfaqa Dewleta Qanûnî de dikevine hilbijartinê. Partiyên din, di bin sîwana Tîfaqa Neteweyî ya Iraqê, Tîfaqa îslamî ya Iraqê, Tîfaqa Li Hevkirinê (Tewakufê) de dikevine hilbijartinê.

 

Di Herêma Ereban de ji bona hilbijartinê rewşa guhertî ya bingehî, beşdarbûna suniyan ya hilbijartinê ye. Lewra suniyên ereb di sala 2005-an de hilbijartin boykot kiribûn.

 

Tîfaqa suniyên ereb, bi taybetî li herêma Musulê û li Kerkûkê ji partiyên kurdan re dijminitî dikin. Lewra suniyên ereb, li dijî rejima demokratîk û parlamenter û federal in. Ew kurdan ji bona rejima nû, ji bona rûxandina rejima seddamî û baasî sedema girîng dibînin. Ew dixwazin ku rejima federal ya demokratîk li Iraqê bê guhertin.

 

Helbet di navbeyna partiyên sunî û şîiyan de jî reqabeteke xurt û dijwar tê meşandin.

 

Beşek partiyên ereban jî, ji bona ku sîstema federal li ciyê xwe rûne û di civatê de aramî pêk bê, projeyan pêşkêş nakine, bes li ser pirsên rojane radiwestine ku dê çawa zêde parlamenteran derxin û di parlamentoya Iraqa Federalî de xurt cîh bigrin.

 

Partiyên kurdan bi tîfaqekê û xweser beşdarî Hilbijartina Giştî dibin. Ji sala 2005-an ferqtir tevgereke kurd ya xurt Goran jî beşdarî hilbijartina giştî dibe. Goranê di hilbijartina 7-ê Tirmeha 2009-an de li Kurdistanê, encameke xurt girtibû û bi 25 parlamenteran beşdarî Parlamentoya Kurdistanê bibûn. Tevgera Goran bi serê xwe beşdarî hilbijartina giştî dibe. Ji bona hilbijartinê xwediyê îdiayeke xurt e. Gorî agahdarî û çavneriyan, Tevgera Goran li herêma Behdînan, li herêma Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDKê) jî xurt bûye. Lê nêzikbûna Goran ya Cepheya Turkmenî ya ku bi destê îstîxberata Tirkiyeyê tê meşandin, ji bona Goran astengiyekê pêk tîne. Bi taybetî jî, di van rojên dawî de, nerîna Goran ya di derheqa Hêza Pêşmergeyan de, ji bona wan astengiyeke mezin e. Lewra Goran bi daxuyaniya xwe ya dawî, Hêza Pêşmergeyan hêzeke rewa û qanûnî nabîne. Wek milîsên bêqanûnî terîf dike.

 

Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanîiya Kurdistanê (YNKê) û gelek partiyên din yên Kurdistranê û Turkmenî, di bin sîwana Tîfaqa (Hevpeymana) Kurdistanî de beşdarî hilbijartinê dibin. Partiya Yekgirtî ya Îslamî jî, xweser beşdarî hilbijartina giştî dibe.   

 

                                                         *****

 

Hilbijartin, mekanîzmeyeke ku di sîstema demokratîk de pêk tê: Desthilatdariya siyasî tespît dike û desthilatdarî di navbeyna partiyên siyasî de parve dike. Iraqa Federalî jî, ji bona ku demokrasî wek rejîmê pejirandiyê, rejîmeke parlamenterî, makezagonî û pirpartîtî û federalî ye,  çar salan carekê hilbijartinê pêk tîne.

 

Hilbijartin, di welatên paşvemayî ku demokrasî nû pejirandine de, di heman dem de wesiteya xurtkirin û kûrkirina demokrasiyê ye. Iraqa Federalî jî, di 2005-an de encama referandûma gel makezagonek pejirand û di wê makezagonê de sîstema federal ya demokratîk hat erê kirin.  Ji bona vê li Iraqa Federalî demokrasî hewcedarî pêşketin, kûrbûn û xurtbûne ye. Hîn sîstema federalî gorî pîvanên xwe yên taybetî bi cîh û cîh nebûye. Parlamento û hikumet û dezgehên Dewleta Federalî baş nameşine; di parvekirina desthilatdariya siyasî de gorî sîstema federalî wekhevî pêk nehatiye. Pêwendiya Hikumeta Federalî û Hikumeta Federe ya li Kurdistanê hîn gorî hiquqeke zelal ya federalî nameşê; nakokî û pîvanên sîstema merkezî ya unîter gelek caran desthilatdariya xwe nîşan dide.

 

Di qempenyaya hilbijartina giştî de partiyên ereban li ser van pirsgirêkên bingehî ranawestine. Ev helwesta wan, ji çanda kevn ya otorîter û totalîter tê. Ev helwesta, gelek xeter e. Divê partiyên Kurdistanê vê xeteriyê bidin ber çav. Ji bona vê helwesta Partiyên Kurdistanê girîng e û Partiyên Kurdistanê gorî sîstema federalî ya demokrat tevbigerin û vatiniyên xwe pêk bînin.

 

                                                      *****

 

Wek tê zanîn, piştî Şerê 1-emîn yê Kendavê, beşekî Kurdistanê azad bû û desthilatdariya kurd lê ava bû. Desthilatdariya Kurd, dema ku li Kurdistanê birêve diçû, gorî qanûn, pîvan, dezgehên sîstema federalî tevdigeriyan. Sîstem gorî wê ava dikirin. Ji bona vê jî demokrasî ecibandin: Parlamentoya Kurdistanê ava bû. Hilbijartina giştî û serokatiyê pêk hat. Hikumeta Kurdistanê ava bû.. Dezgehên din yên demokrasiyê jî ji bona ku ava bibin, dest bi xebatê kirin.

 

Loma jî li Kurdistanê jiyana demokrasiyê dirêj e û demokrasiya li Kurdistanê piştî mudexalaya DYA-yê û hevalbendên wan li Iraqê, ji bona tevayî ya Iraqê bû model. Li Iraqê rejima federal ya Iraqê bi pêşengiya kurdan ava bû. Ji bona vê çanda demokrasiyê li Kurdistanê ji herêma ereban pêştir e. Li cem vê yekê partiyên Kurdistanê xwediyê temeneke dirêj in. PDKê di sala 1946-an de, YNKê di 1976-an de ava bû. Partiyên kurdan xwediye ceribandineke xurt in jî. Piraniya partiyên ereban, piştî sala 2003-an ava bûn û loma jî xwediyê ceribandinekê nîn in. Ji bona vê yekê divê li Kurdistanê reqabeta siyasî hîn zêdetir bi avayekî demokratîk û berhemdayî dom bike.

 

Hezar mixabin li Kurdistanê di hilbijartina giştî de ev yeka xuya nake. Reqabeteke paşvemayî û prîmîtîv tê domandin. Her partiyek, gorî partiya din xwe terîf dike û her partiyek li ser şaşî û tiştên partiya din yên neyênî reqabeta xwe dimeşîne.

 

Partiyên Kurdistanê, gorî karekter û îdeolojiyên xwe, xwe terîf nakine. YNKê, dibêje ku ez partiyeke sosyal demokrat im. Di heman dem jî de endama Enternasyonala Sosyalîst e. Divê ku gorî ev karekter û rewşa xwe tevbigere, projeyên xwe pêşkêşî gel bike.  YNKê vê yekê nake, xwe gorî PDKê û Tevgera Goran terîf dike. PDK ê partiyeke muhafazakâr û demokrat û lîberal e. Lê gorî vê yekê tevnagere û projeyên xwe pêşkêşî gel nake.  Tevgera Goran, xwe wek tevgereke reformxwaz, guhertîxwaz, demokrat, lîberal a çep terîf dike: Lê gorî ev felsefeya xwe di hilbijartinê de tevnagerê û projeyên xwe pêşkêşî gel nake.

 

Li Iraqa Federal û li Herêma Kurdistanê pirsgirêkên gelek girîng hene, partiyên Kurdisatanê ji bona van pirsgirêkan projeyên xwe pêşkêş nakin.

 

Ev pirsgirêkan çi ne em li wan mêze bikin:

1- Sîstema Federal li Iraqê, gorî qanûn û çanda sîstema federal nameşê. Li Iraqê desthilatdariyeke gorî federalî hatiye parvekirin tune ye. Li Iraqê dezgehên merkezî û navendî hîn gorî qanûn û çanda sîstema federal ava nebûne. Li Iraqa Federal zimanê kurdî wek zimanekî fermî yê dewletê nayê bi kar anîn: Di parlamentoyê û dadgehê de zimanê erebî tê bi kar anîn.

 

2- Beşek ereb rasterast li dijî sîstema federal in. Ev tê wateyê ku divê dewlet karektereke unîter û nasyonalîstî ya ereb qezenç bike. Divê pêşiya vê bê girtin.

 

3- Parvekirina dewlemendiya Iraqê û bi taybetî jî parvekirina petrolê di navbeyna Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê û Hikumeta federal de pirsgirêkek e. Divê ev pirsa bê çareser kirin.

 

4- Pirsa Kerkûkê gelek girîng e. Divê di sala 2007-an de referandûm pêk bihata. Girêdayî gelek sedeman û pêşlêgirtina dewletên kolonyalîst Referandûma Kerkûkê pêk nehatiye. Her ku diçe pirsa Kerkûkê dibe nexweşiyekê. Divê pirsa Kerkûkê bê çareser kirin.

 

5-Pirsa hevbeşbûna hêza pêşmergeyan gelek girîng e. Lewra pêşmergê hîn di vê qonaxayê de hêza neteweya kurd û hêzeke nasyonal nîn e. Hêza pêşmergeyan, beşbûyî ye û her partiyek xweser xwediyê hêza pêşmergeyan e. Divê ev statuya pêşmergeyan bê guhertin.

 

6- Li Başurê Kurdistanê, sîstema aborî piştî Baasê, ketiyê destê PDKê û YNKê. Ev jî pêşî li ber parvekirina dewlemendiya welêt digre, dibe sedema gendeliyê, avabûna sinifekî kedxwar û ji derveyî gel. Divê sîstema aboriyê gorî pîvanên sîstem û bazara azad bê rêxistin.

 

Û gelek pirsgirêkên din.

 

Hezar mixabin partiyên Kurdistanê ji bona van pirsgirêkan projeyên xwe pêşkêş nakin û gorî projeyên xwe reqabetê nameşînin.

 

Hemû partiyên kurdan ne hewce ye ku di nav tîfaqekê de cîh bigrin. Lê divê hemû partiyên Kurdistanê berjewendiya neteweyî ya hevbeş bidin ber çav û gorî vê tevbigerin.Hezar mixabin divê pirsê de pirsgirêkek xuya dike.

 

([email protected])

 

Amed, 27. 02. 2010

 

 

 

 

 

 

Nerîna min :