Daxuyaniyek ji serokatiya herêma Kurdistanê li dor sivikirina navê pêşmergeyî
Berdefkê serokatiya herêma Kurdistanê ev daxuyaniya li jêr da:
Wekî hemû aliyek dizane, pêgeh û navê Pêşmerge li ba birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, yek ji wan baweriyên sabit e û leqandina wê prensîpê jî ji aliyê her kes û aliyek ve be bila bibe bi tu awayî nayê qebûl kirin. Ev helwesta serok Barzanî ne arasteyî aliyeke diyar kiriye, ji ber ku hemû wan kes û aliyan digre ku bixwazin zêdegaviyê beramber pêgeha bilind û navê pîrozê Pêşmerge bikin.
Li ser vê bingeha neguher birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, serokayetiya parlamentoya Kurdistanê raspard ku dûvdaçûn li ser wê nameyê bike ya ku parlamenterê ser bi Lîsta Goranê ve (Ednan Osman) pêşkêşî birêz Barzanî kirî, da ku rastiya vê meseleyê ji bo xelkê Kurdistanê ronahî bikin.
Berdevkek bi navê
Serokayetiya herêma Kurdistanê