Polîtîk

Fransa li Kurdistanê mala çandin û pîşesaziyê vedikin

Li hevdîtinê de, Balyozê Fransa li Iraq xweşhaliya xwe derbirî ku careke din serdana Herêma Kurdistanê dike û ragihand ku li navbera vê serdanê û ew serdana berê de pêşketineke diyar li pêwendiya di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de rû daye ku eve jî cihê xweşhaliye û li vî der barî de balkişand li ser çend biryareke Hikûmeta Fransa ya vekirina Maleke Fransî ji bo çandinê û malbenda Fransî ji bo cîh û war û zanistên civatiyan li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û her wiha zêdekirina hejmara wan xwendekarên Kurdistaniyên ku niyaza xwendinê li Fransa de heye.

Balyozê Fransa li Iraq balkişand li ser wê yekê ku li hevdîtina şandeke bilinda Fransa li gel Berpirsên Herêma Kurdistanê biryara damezrandin û pêşxistina pîşesazî û petrokîmyawî li Herêma Kurdistanê de hatiye dayîn û ji bo vê mebestê jî Hikûmeta Fransa bi niyaze şandeke pîspor ji bo lêkolîn û biryardana li ser çend projeyek li vî warî de bişîne Hewlêr.

Sebaret bi warê siyasî jî Balyozê Fransa li Iraq ragihand ku welatê wan gelek bi hurî bi duvdaçûnê li ser helmetên hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê dike ku biryar wiha ye li 7ê meha adarê birêve biçe û ji bo vê mebestê jî biryare du endamê Encumena Pîrên Fransî û hejmarek ji çavdêran serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bikin û dilxwaziya Serok Komar Sarkozy jî bi Serok Barzanî ragihand ku serdana Fransa bike.

Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê derbirî û spasî Serok Komar Sarkozy jî kir sebaret bi vexwendina serdana welatê Fransa û ragihand ku li derfeteke guncaw da vê serdanê encam dide.

Di derbarê pêwendiyên her du alî jî Serok Barzanî ragihand ku Fransa welateke doste û daxwazeke me ya hevbeş jî heye, ji bo wê yekê bi hemû kiryaran ve hewl didîn pêwendiyên di navbera pêşbikeve û destxweşiyê jî li Hikûmeta Fransa jî kir ji bi vekirina çend malbendeke Fransî û zêdekirina hejmara xwendekarên Kurdistan ku dixwazin xwendina xwe li Fransa bikin.

Back to top button