Hevpeyvîn

Celîlê Celîl: Pirtûkxaneya Casimê Celîl milkê kurdan e

 

Serokê Enstîtuya Kurdzaniyê Prof. Dr. Celîlê Celîl:

“Pirtûkxaneya Casimê Celîl milkê kurdan e!”

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

 

Ev du hefte ne li Wiyanaya paytexta Austuryayê mêvanê Enstîtuya Kudzaniyê û Pirtûkxaneya Casimê Celîl im. Serokê Enstîtuyê Prof. Dr. Celîlê Celîl, serê sibê zû radibe, dikeve nava kitêb, belge, kovar, rojname, deng û wêneyan. Ji aliyekê ve dixebite, ji aliyê din ve, ji çar aliyê dinyayê hewl dide li ser kar û barê akademîk, zanyarî û folklornasiyê danûstandinan birêve bibe.

 

Xortê 74 salî, wekî ciwanekî 18 salî xwedî enerjiyeke ecêb e. Westabûn pê re tuneye. Bi yarmetiya xwarziya xwe ya muzîkolog Naza Celîl û Xwarziyê xwe Cemalê Celîlê ku li ser psîkolojiyê doktoraya xwe dike, hema bêje tevahiya karên enstîtuyê û pirtûkxaneyê bi dilovanî û eşqeke mezin dimeşîne. Di nava kitêban de wekî zarokan şa dibe. Bi kitêban re diaxive, bi wan re radibe, bi wan re rûdine.

 

Li kitêbxaneya Casimê Celîl, hema bêje li ser kurdan heta niha çi derketibe mirov dikare bi hêsanî peyda bike. Nexasim li ser kurdên Sovyetê û Ermenîstanê materyal û belgeyeke ku mirov li wir nebîne tuneye.

 

Di rojeke xweş a sibatê de, li Eichgrabena li nêzî Wiyanayê, li avahiya Enstîtuya Kurdzaniyê, di nava bi hezaran kitêbên kurdî de, min pirsî, Mamoste Celîlê Celîl bi rûkenî bersivand…

 

 

– Ezbenî, li gorî malûmatên min ji malbata cenabê te wergirtiye, hê dema ku bavê te Rehmetiyê Casimê Celîl li Bakuya Azerbaycanê li dibistana leşkerî dixwend, di du rojnameyên bi navê “Baku” –bi ermenkî- û “Komûnîst” –bi rûsî- de dixwîne ku li Ermenistanê Alfabeya kurdî hatiye amadekirin û pê pirtûk hatine çapkirin. Paşê xwe digihîne amadekarê vê alfabeyê Îsahak Marogulovê Asûrî. Paşê di navbera wan de, têkiliyeke germ saz dibe û ji wê rojê heta niha -80 sal- serpêhatiya berhevkirina arşîv û pirtûkxaneya malbata Casimê Celîl destpê dike. Ji kerema xwe dikarî behsa vê yekê bikî?

– Mijareke gelek balkêş e, baş e ku te got. Ji ber ku peywendiya ku te behs kir, bandora xwe li ser bavê min pir dihêle ku di rojên pêş de bavê min vegere Ermenîstanê û bibe yek ji hîmdarên perwerdehî, rewşenbîrî û weşangeriya kurdî. 

 

Mesele wiha destpê dike; wekî ku te got, gava bavê min xebera alfabeya nû di rojnameyan de dixwîne, navnîşana Marogulov peyda dike û nameyek bi zimanê ermenkî jê re dişîne. Di arşîva bavê min de, nameya Marogulov heye ku bersiva namê ye. Ji wê bersivê em pê dihesin ka bavê min di nameya xwe de çi nivîsiye. Di nameya Marogulov de, helwesta wî ya xêrxwaziya ji bo gelê kurd û çanda wî eşkere dibe.

 

Min ew name, ji zimanê rûsî wergerandiye kurdî û di kitêbeke xwe de weşandiye. Name ev e.

 

“Heval Casimê berêz!

Îro 8-ê kanûna pêş nama te gihîşte min û dilezînim bersiva te bidim. Berî pêş deynê xwe dibînim ji tera bêjim, wekî nama te dilê min hingavt. Gava min ew name stand, tê bêjî him qewat û him hereketê min bona karên nû ji bona xizmeta gelê kurdê bi siyanet û sempatîk zêde bûn.

 

Tu, Casimê ezîz, kirinê min zêde mezin dikî û him jî zêde pesnê min didî, gava tu ji min re dibêjî profêsor. Ez dersdar im çawa gişk û ne zêde. Lê belê, şêkirdariya te, dilê min baristan kir û ew li ser min bargiranî kir, ku ez hemû qeweta xwe, hemû taqeta xwe bi giştî amadeyî karê ronakdariya kurdên di tariyê de mayî bikim.

 

Ser hêvîkirina te, li ser kar û kirên xwe bêjim, ez bi dilxweşî bi cî tînim:

 

Ji xeynî pirtûka ‘Hînbûna xwe bi xwe’ cem me usa jî pirtûka para pêşîn ji bo koma pêşîn -wê van rojan ji bin çapê derkeve- û para duduyan ji bo koma duduyan çap dibin. Ew jî wê zûtirekê çap bibe.

 

Hema ev pirtûk çap bibin, ezê yekser ji te re bişînim.

Ji xeynî pirtûkên dersan, li bal me 16 pirtûkên ji bo xwendina zarokan li ser çapê hene.

 

Çapkirina van pirtûkên biçûk ji ber tunebûna kaxez bi derengî dikeve.

 

Bi vê yekê dawîya xebata me nayê. Bernama me ya çapê mezin e. Êdî bi serhev de tînin pirtûkên dersxana grûbên 3 û 4-a ji bo dibistanên dereca pêşîn; pirtûkên polîtîkî; pirtûkên li ser malhebûna gundîtiyê û yên mayîn. Piştî wê emê berhemeke taybetî ya stranên gelê kurdan, çîrok û tiştên dinê amadeyî çapê bikin.

 

15-ê kanûna pêşin ya îsal li bajarê Yêrêvanê ji bo tevdîra dersdarên kurd kûrsên heyşt mehî vedibin.

 

Ji min re wê bibe şabûn, pevgirêdana xwe bi tera dom bikim û bi soz, ezê bersiva hemû nameyên te bişînim. Her tenê kêmanî ji min re nebîne, wekî ez bi zimanê rûsî ji te re dinivîsim, xwendina min a zimanê ermenî tune.

 

Îcar em bêne ser daxwaza te ya paşin, ser wêneyê min. Bi rastî, ez ne merivekî wiha xuya me ku wêneyê min rewşeke hêja bide oda te, her weha, ezê bikim ku di nava van rojên nêzîk de, ji bo yadîgarî wêneyê xwe ji tera bişînim. Hêviyeke min heye; heger li Azerbeycanê nasên te yên kurd hene, alfabeya me di nav wan de bide belavkirin.

 

Bi minetdarîya dilê sax, dimînim qedirgirê te.

 

Î. Marogûlov  

8.12.1929. Yêrêvan

P.S. Binivîse hema ser vê adresê”

 

(Celîlê Celîl, 13 Rûpelên Balkêş ji Dîroka Gelê Kurd, Weşanên Enstîtuya Kurdzaniyê-Wiyana, 2002, Rûpel 148-149)

 

Wekî em dibînin, ew du her du pirtûkên ku bavê min ji Marogulov distîne, bûne hîm ji bo dewlemendiya arşîv û pirtûkxane ku heta îro bêrawestan hatiye û

berdewam dike.

 

– Baş e, em bêne ser Enstîtuya Kurdzaniyê li Wiyanayê û Pirtûkxaneya Casimê Celîl. Hîmê vê saziya giranbiha bi serpereştiya kî û kê hatiye danîn?

– Mirov rabe bêje: “Erê bi serpereştiya min e û min kiriye!..” xelas dibe. Lê rastiya wê lazim e. Gelo çawa havên girtiye. Helbet pirtûkxaneya malbata me gelek mezin û dewlemend bû. Qismek jê li Erîvanê mabû, li vir mabû, Ordîxanê birayê min jî li Lenîngradê bû. Dê û bavê min jî, ber bi mezinbûnê ve çûbûn. Nexweş jî bûn. Pirs li me hemûyan peyda bû; “Gelo wê mesela pirtûkxaneyê çawa çareser bibe?” Ez jî demek bû ku li vir bûm. Virde-wêde diçûm. Dost, heval û hogir pirtûkan ji min re dianîn. Bi vî awayî li Ewropayê jî, gelek pirtûk ketin ser hev. Tu jî baş dizanî ku gava mirov di mal û milkên kirê de dijî, gelek caran mal bar dike. Sekna li cihekê mimkun nabe. Di van veguhastinan de, kitêb xera dibin, ji hev dipelişin. Birin, anîn û bicihkirin karekî giran e.

 

Lewre jî xeyala min ew bû ku avahiyek ango bingehek hebe ku mirov pirtûkxaneya heyî lê ji hev belavbûyî bîne li wir bi cih bike. Tê de bêyî minet kar bike. Ji bo me xewna şevan bû ku li hev bihata û arşîv û pirtûkxaneya li Erîvanê bihata.

 

– Cenabê te kîjan salê ji Erîvanê derket?

Ez di sala 1992’yan ji Erîvanê derketim. Wekî mêvan ji bo Almanyayê hatim vexwendin. Min semîner didan. Paşê gotin li Austuryayê “Hefteya Çanda Kurdî” ye. Têkiliya min, hê li Erîvanê ligel profesor û kurdologên ewropî hebû. Paşê gotin, li Wiyanayê wê konferanseke navneteweyî li ser çareseriya kêşe û pirsgirêka kurdan çêbe. Li ser vê yekê ez hatim Konferansa Çanda Kurdî û tevli konferansê bûm. Konferans ji hêla “Enstîtuya Rennerê” ve hatibû organîzekirin. Axaftina min a li wir, li ser kurdên dîaspora û Kafkasyayê bû. Wê demê kurd ji ber zilma Saddam perîşan bibûn. Rûbirûyî gazên kîmyewî hatibûn. Xwe li sînorên Tirkiye û Îranê xistibûn. Bala ewropayê li ser vê meselê bû. Gelek alîkarî dihate şandin. Di serdemeke wiha de, hevalên min ên li Ewropayê gotin; “Divê tu li vir bimînî. Kurdolog û rewşenbîrên kurdên Austuryayê xwestin ez bimînim. Bi vî awayî danûstandin çêbû û ez mam. Malbat hat, kitêb hatin. Lê tiştek heye, heta niha jî, li ser pasaporta Ermenîstanê mame.

 

– Em dibînin ku Enstîtuya Kurdzaniyê û Pirtûkxaneya Casimê Celîl, ne li nava Wiyanayê ne, lê li bajarokê Eichgrabenê ne. Çima Eichgraben lê ne ciheke din?

Sedem ev e; rojnameger û pisporeka rojhilata navîn û rojhilata nêzîk  heye, bi navê Birgit Cerha. Dema hatim vir dostaniya me çêbû. Ligel malbatî danûstandinên me xurt bûn. Heta niha jî ev dostanî heye. Li Almanyayê, Austuryayê û Swîsreyê, gotar, makale û lêkolînên wê, ji dehan bêhtir rojname û kovaran de, bi zimanê almanî çap bûne û çap dibin. Her wiha ew xwediya du kitêban e ku li ser Kerkûkê û Eskîfê ne.

 

Di destpêkê de bingeha wê li Qibrîsê bû. Bi min re gotûbêj çêkirin. Li ser min nivîsand. Rewşa min ji nêz ve dît. Bihîstibû ku pirtûkxaneyeka me ya dewlemend heye û haya wê ji pisporiya malbata me hebû. Paşê wekî mêvandarî çûme Qibrîsê û min arşîva wê dît. Bi rastî jî xwediya arşîveke pir mezin bû. Tim min jê dipirsî, gelo wê çarenûsa pirtûkxaneya malbata Celîlan çawa be. Wê jî digot, wê rewşa arşîva min çawa be…

 

Paşê ji ber ku bingeha wê li Austuryayê bû, piştî xebata 30 salan li ser rojhilata navîn, arşîveke dewlemend jê re komî ser hev bibû. Min jî ax dikir wê jî ax dikir! Min digot, hema erdekî biçûk hebe, banekî wê hebe, bila şilî-şilope nebe bes e… Pêşî ev daxwaz ji bo me wekî xeyalek bû. Paşê min erdekî ji xwe re dît. Erdekî biçûk bû, erzan bû. Ji ber ku li Wiyanayê kirîna erd biha bû, min li vir ango li Eichgrabenê ev bingeh danî.

 

– Baş e mamoste, zor û zehmetiyên ku di avakirina vê dezgehê de hatine kişandin çi ne? Bawer im wisa bi hêsanî ev avahiya qerase bilind nebû…

Helbet tu rast î, bi hêsanî ev bînahî bilind nebû… Min gelek zor, zehmetî û çetinahî dît. Çêkirina avahiyê du sal û nîv ajot. Ji roja ku karker û xebatkar hatin û bêr û kuling lê xistin, ji wê rojê heta dawiyê, ji sibê heta êvarê min bi wan re kar kir. Binyatdanîn û plansaziya wê bixwe jî min danî. Min got û mîmaran plansazî derbasî ser kaxez û kompîturan kirin. Gava ez li vir bûm, min gelek tişt diguhertin. Min dîwarên pirtûkxaneyê bilind kirin. Lazim e hewa hebe, bilindahî hebe. Dîwar hebûn, odeyên biçûk hebûn. Min ew rakirin û ew fireh kirin. Min jî, xwarziyê min Cemalê Celîl jî gelek kar kir. Bi kurtasî di avakirina vê avahiya sê qatî de, xwêdana eniya min gelek heye.

 

– Bi awayeke fermî kengê vebû?

Di 30’ê meha gulana 2008’tan de ev der bi awayeke fermî û bi beşdariya gelek kes, sazî, dezgehan hate vekirin.

 

– Rojeke çawa bû. Atmosfereke çawa li holê û li ser cenabê te hebû. Kî û kê hatibûn. Kes sazî û dezgehên ku bi peyamên xwe enstîtu û pirtûkxanê pîroz kirin kî bûn?

Rojeke pir xweş bû. 30’ê mehê wê vekirina fermî çêbûya, 29’ê mehê hema bêje xew nediket çavên min. Heyecaneke pir mezin li min peyda bibû. Li ser min hem xembarî hebû hem jî kêf û şahiyeke mezin hebû. Kêf û şahî hebû, ji ber ku xwesteka dê-bavê min hatibû cih. Pirtûkxana Malbata Casimê Celîl li ser bingeheke xurt ava bibû. Xembarî hebû ji ber ku birayê min Ordîxanê Celîl çend meh berê çûbû rehma Xwedê. (Çavên wî şil dibin, gotin di qirikê de asê dibin, kurtedemek bêdeng dimîne, paşê berdewam dike.) Heft meh berê xatirê xwe ji me xwestibû. Ordîxan gelek dixwest li vir, tevli min kar bike, lê nebû… Di nava 50 salan de me bi hev re kar kiriye. Bi kurtasî kêfxweşiyeke nîvco wê rojê li ser min hikûm kir… Ne diya min, ne bavê min, ne Ordîxan di vekirinê de amade nebûn mixabin. Her du xwişkên min, Cemîla Celîl û Zîna Celîl amade bûn. Ji Erîvanê hatibûn.

 

Min gazî tevahiya rewşenbîrên kurd ên li Austuryayê kiribû. Berpirsiyarên tevahiya hizb û partiyan, gelek profesor û kurdologên li vî welatî hatibûn. Min gazî serok û zanyarekî ji civaka ermeniyan, bi navê Pîskopos Mesrob Gregoryan kiribû. Ew dostekî min e. Ji Australyayê Nivîskar Riza Çolpan hatibû. Ji Holandayê rojnamegerên holandî hatibûn. Serokê Enstituya Parîsê, Kek Kendal Nezan hatibû. Şêwekar Malva hatibû. Berpisiyarên hikûmeta Austuryayê û partiyên wêhatibûn. Nûnerê berpirsiyarê herêma me axaftineke bi dlovanî kir û got: “Ev der diyariyek e ji bo welatê me, ku kurdan pêşkêşî me kiriye. 

 

Her wiha Serokomarê Austuryayê Rêzdar Heinz Fischer, Serokê Herêma Kurdistanê Kek Mesûd Barzanî, Serokomarê Îraqa Federal Mam Celal Talabanî, Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê yê wê demê dostê min ê hêja Kek Felakedîn Kakeyî û gelek navên din bi peyamên xwe vekirina enstîtu û pirtûkxaneyê pîroz kirin.

 

Di vekirinê de tiştekî balkêş pêk hat. Li ser daxwazan li ser xanî dûa hate xwendin. Ango dûa hate kirin. Tiştekî sembolîk e; pirtûkxana kurdî ye, dûa ji diyaneta Austuryayê ye ku katolîk in, yê ku dûa kir jî papazê ermeniyan rêzdar Gregoryan bû ku ew bixwe ortodoks e. Bala gelekkesan kişandibû û bi dilê tevahiya mêvanan bû.

 

– Em hinekê jî behsa pirtûkxaneya Casimê Celîl bikin. Ev fikir çawa hate pê?

Fikreke malbatî bû. Ya rast wesiyeta bavê min bixwe bû. Ez dûr bûm, diya min ji min re wiha got: “Kurê min, wesiyeta bavê te ye, bila ev pirtûkxane belav nebe!..” Li ser vê jî, bi biryara tevahiya kesên malbatê, ev avahiya ku bingeha enstîtuya kurdzaniyê û Pirtûkxaneya Casimê Celîl e, hate meydanê…

 

– Armanca vê enstîtuyê çi ye? Dixwaze çi bike, heta niha çi kiriye?

Ya rast ev der avahiya pirtûkxaneyê ye. Min bingeha enstîtuyê di sala 1994’an de danî. Çalakiyên me hebûn, lê em nedihatin fînansekirin. Avahiyeka me tunebû. Gelek caran me çalakiyên xwe di restorantan de dikir. Me di cafeyên kurdan de dikir. Piştî ku di sala 2008’an de bi awayeke fermî ev der vebû, em ji vê rewşa kambax rizgar bûn. Niha enstîtu di bin banê pirtûkxanê de hêwiriye.   

 

 

– Pirtûkxane ji beşên çawa pêk tê?

Ev der ji sê qatan pêk tê. Qatê binî arşîv e. Bi hezaran dokument, kovar, rojname, deng û awazên kurdî û wêne di beşê arşîvê de têne parastin. Qatê duyem pirtûkxane ye. Qatê sêyem jî, ji odeyan pêk tê, ku carcaran mêvan tên, bêhna xwe vedin, bixebitin û lêkolînên kurdzaniyê bikin.

 

– Armanca pirtûkxaneyê çi ye?

Ev ne pirtûkxaneyeke ji pirtûkxaneyan e. Ev der pirtûkxaneya kurdzaniyê ye. Li ser gelê kurd, bi zimanê kurdî û bi her zimanê li ser kurdan belge, kitêb û arşîv li vê derê hatine parastin. Deriyê vê enstîtu û pirtûkxaneyê ji her kesê ku lêkolîna dike, doktoraya xwe dinivîse re vekiriye. Te bi çavên xwe dît, avahiya me, di nava tebîet ango xwezayeke gelek xweş de ye. Dorhêl ji hêla xwezayê ve dewlemend e, çiyayî ye. Kesên ku armanca wan lêkolîn û xebata zanyarî be, ev der ji bo wan derman e! Bila werin romanên xwe binivîsin, helbest û çîrokên xwe binivîsin. (Bi ken dibêje) Heger hewcedarî hebe, bila çend rojan jî bimînin, mêvanê me ne, çay û qehweya me jî heye… Lê bi şertê ku armanca wan kurdzanî, kurdîtî û kurdewarîbûn be…

 

– Li vir çalakiyên çawa têne çêkirin?

Em li vir semîneran didin, konferansan çêdikin. Me bi dibistanên vê derê re pêwendî girê daye. Girêdanên me bi gelê austuryayî re gelek baş in. Tên em ji wan re semîneran li dar dixin. Çanda me û muzîka me nas dikin. Ji zanîngehan kom bi kom tên. Li ser doktoraya xwe carcaran tên kar dikin û diçin.

 

– Xwediyê arşîveke çawa ye? Wekî pirtûk, wêne, rojname, kovar, deng û awaz xwediyê dewlemendiyeke çawa ye?

Salihcan, taybetiyeke malbata me heye. Li ku derê li ser kurdan, rojname, kovar, meqale û kitêbek derketa bavê min hildida dianî malê. Car dibû bavê min ji kitêbekê pênc nûsxe dikirî. Ne tenê rojname, kovar û pirtûk, her wiha wêne jî. Bifikire bi vî awayî di nava 70-80 salan de arşîveke qerase berhev bû. Li malên me yên li Erîvanê, li Lenîngradê, li malên xwişkên min, her der tije bibû. Kîler tije bû, salon tije bû. Cih nemabû em ji xwe re lê rûnin. Di mala bavê min de, binê qenepeyan bixwe jî tije kovar û rojname bûn. Feqîrên xwişkên min, gava dixwestin malê paqij bikin, hema bi saetan nedikarîn rojname û kitêban ji qûl û qewêran derxin!

 

– Te vê arşîva hewqas mezin çawa anî, ne zehmet bû?

Lê çawa, helbet zehmet bû. Min ji Erîvanê bi balafirê anî. Di nava du caran de arşîva me bi zorê hat. Min cara yekê tonekê anî, cara duduyan jî min du ton anî…  

 

– Sê ton!

Erê, erê.. Sê ton!..

 

– Niha li vê derê çiqas pirtûk hene?

– Min gavek berê jî got. Bavê min gelek caran ji her kitêba derketî 5-6 heban dikirî dianî malê. Me digot te çima hewçend zêde kiriye? Digot, ji bo nevîçîçirkên min. Me digot; de baş e va ye yek-dudu nevîçîçirkên te hene, lê yên din. Digot wê sibê Kurdistan ava be, wê bi deh hezaran zarokên kurdan bi zimanê xwe bixwînin, ha ev ji bo wan in… Digot xwendekar û rewşenbîrên kurd wê hewcedarê pirtûkxaneya kurdî bibin, hema bila 2-3 ji bo wan bin. Bi vî awayî gelek kitêb berhev bûn. Min beşên girîng anîn. Hê jî li Erîvanê kitêb mane ku ez bînim.

 

Li vê derê li dora 20 hezar kitêbên me hene. Em hêdî hêdî numare dikin û derbasî ser kompîturê dikin. Meqale hene, çi zanîstî çi li derveyî mijarên zanistiyê. Bi hezaran wêne hene. 50 sal in ku em zargotina kurdan berhev dikin, dinivîsin, qeyd dikin û didin çapê.

 

 

– Enstîtuya Kurdzaniyê û Pirtûkxaneya Casimê Celîl, ji dewletê an devereke din alîkariyê distîne an na? Hikûmeta Kurdistanê piştgiriya vê derê nake gelo?

Bi rastî ji pîrozbahiyê wêdetir, tu alîkarî, ji hêla Hikûmeta kurdan jî, ji hikûmet û dewleta Austuryayê jî, ji bo me nehatiye kirin. Heval û berpirsiyarên wan hatine serdana me, ji wê bêhtir alîkarî tunebûye. Kek Felakedîn, ev çend car in tê, gelek kêfxweş dibe dema tê. Kitêbên xwe û  gelek kitêbên din bi xwe re tîne. Pirs û pirsiyar heye, lê tenê ew!.. Ji bo parastinê û liserpiyanhiştinê tu kesî ji wan alîkariya min nekiriye. Ez kitêb nakirim. Kitêban pêşkêş didine min. Xwedê ji wan razî be, weşaxaneyên kurdan yên li Stenbolê, texsîr nakin. Çi kitêbên derdikevin, an dişînin an jî gava ez diçim hazir dikin didine min. Tim dibêjin, mamoste fermo çiqas dixwazî bi xwe re bibe. Carekê xortekî li weşanxaneyekê xwe şaş kir, pere girt. Xwedî hat  pê re xeyîdî. Pere li min vegerandin…

 

– Naxwe ev der bi hebûna te û bi hebûna dostên te hatiye pê…

Ne gelek dost, lê malbatek alîkariya min kir. Her wiha hebûna malbata me bû. Me malê xwe firotibû, sermiyana bavê min ku ji me re danîbû, da ser hev û ev der ava kir. Me li vir ji gelek deverên hikûmî re nivîsî, ji bo ku piştgiriya me bikin. Lê heta niha bersiveke erênî ji me re nehatiye. Pirtûkxaneya min li cem min e, ez kêfxweş im….

 

– Gelek dewlemend î…

Oooo belê gelek dewlemend im bi rastî… Berê li Erîvanê di mala me de tije kitêb hebûn û diz jî gelek bûn. Me tu caran deriyê mala xwe nedigirt. Cînar dihatin, bi diya min re şer dikirin. Digotin; “Xanim, dizî heye, xerabî heye, tu çima deriyê mala xwe nagirî?” Diya min dikeniya û digot: “Ji bilî kitêban di mala me de tiştek tuneye ku diz ji xwe re bibin. Wê diz çi ji kitêban bikin?” Dewlemendiya me her ew bûye, wê wiha jî bimîne…

 

Îcar mesele ne tirs û dizî ye, lê meseleyek heye xerabtir e. Di destên min de gelek kitêbên hêja hene. 200-300 sal berê hatine çapkirin. Divê ew bêne tamîrkirin. Ji ber ku ji hev ketine, kevin bûne. Divê kovar û rojname bêne cildkirin. Ji bo vê yekê alîkarî lazim e. Kesên ku bêne bixebitin lazim e. Her wiha gelek pirtûkên nû hene ku li Ewropayê çap dibin. Divê bêne kirîn. Ew ne kurd in ku kitêbên xwe pêşkêş bikin. Lê ew kitêb jî ji me re lazim in. Kes nabêje em alîkariya vê saziya kurdan bikin. Enstîtu jî, Pirtûkxana Casimê Celîl jî milkê kurdan in.

 

– Rehmetiyê bavê te Casimê Celîl niha sax bûya û li vê derê bûya gelo wê xwediyê hestên çawa bûya?

Rehmetiyê bavê min bi kitêban şa dibûn. Ji ber ku serpereştiya weşandina pirtûkên kurdî dikir, gelek caran beriya ku nivîskar kitêbên xwe yên çapkirî bibînin, bavê min ji çapxanê dianî malê. Nexasim gava kitêbên me derdiketin, datanî ber serê xwe û radiza. Carinan ji kitêbekê sê heban dianî malê. Yekê dixwend, yekê datanî ber serê xwe, ya dinê jî dipêça hildida. Gava ku Ordîxan û Cemîle digot; “Bavo yek ji te re, yên din jî bide me.” Digot; “Na, herin ji xwe re bikirin!”helbet li vir bûya wê gelek kêfa wî bihata. Rehma Xwedê lê be, li vir amade bûya bawer im wê bifiriya…   

 

– Ezbenî car çêdibe ku cenabê te, di nava kitêban de bi bavê xwe yê rehmetî Casimê Celîl û diya xwe ya rehmetî Xanimê re diaxive?

Ew bixwe jiyana min in, ne ku tenê di nava kitêban de…  Jiyana malbata me her dem wisa bûye. Me hemûyan bi hevre kar kiriye. Hev temam kirine. Helbet hîmê malbatê dê-bavên me avêtine. Lewre cihê wan cuda ye. Ji ber ku bêhna dê û bavê min, şikil û şemala wan ketiye her deverê pirtûkxanê, wêne û dengan, bikî nekî tu bi wan re dijî…

Bêriya wan dikim… (Dîsa xemgîn dibe) Wekî din her tiştên min kitêb in.

 

Me ev bingeh ji bo vê daniye. Ji bo ku zarokê me bikarin xebatên xwe tê de bimeşînin. Avahiyekî me heye ku gava baran û şilî bibare, emê şil nebin. Ji her kesê dilsozê kurdî re, deriyê me heta taqê piştê vekiriye. Salihcan, bawer bike îro tu hatî vir, ji min re “dawet” e. Em li ser ziman diaxivin, li ser rewşenbîriyê diaxivin. Em li ser kitêbên min diaxivin. Em li ser kitêbên te diaxivin. Em li ser folklorê diaxivin. Ne ku tu li vir î dibêjim, berê jî min ji te re gotiye; li dor min çend kesên wekî te hebûna, ezê rehet bimiriyama! Lê ka?..  

 

Xwedê neke ezbenî. Xwedê temeneke dirêjtir bide te… Ez bêm ser enstîtuyên din… Gelo têkiliyên te û enstîtuyên din çawa ne?

Bi hemûyan re jî têkiliyên min baş in. Ez endamê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê me. Tim diçim û têm. Karê wan pir pîroz e, pir mezin e. Kek Kendal Nezan bingeha enstîtuyê rast daniye, rast jî dimeşîne. Ne tenê li Fransayê, li seranserê Ewropayê û li Kurdistanê jî bi qedir û qîmet e. Siûda Kek Kendal hebûye ku naskiriyên dîroka me, li Parîsê li dora wî bûne. Wekî Kamûran Elî Bedirxan e, wekî Yilmaz Guney e. Wekî Evdirehman Qasimlo ye. Gelek in. Kendal Nezan karekî mezin dike.

 

Li hêla din Li Stockholmê, li Brukselê enstîtu hene. Bruksel gelek caran çalakiyên baş dike. Li Kolnê heye. Li Stenbolê heye. Berhemên wan li serçavan. Berhemên zargotinê û lêkolînê hene dikevin destê min. Ferhenga Zana Farqînî gencîne ye, serbilindahiya çanda me ye. Kovara Zend derdikeve. Samî Tan kurekî baş e. Xebateke baş dimeşîne. Texmîn dikim mecalê wan kêm bûne. Li Washingtonê enstîtu heye. Necmedîn Kerîmî serokê wê ye. Ez nas dikim. Jêhatî, dîrokzan, siyasetmedar û zana ye.  

 

– Plan û projeyên enstîtuyê çi ne?

Plan û proje gelek in. Di Sovyetê de jî plan gelek bûn. Kesî planê xwe nedigot. Ji ber ku xêrnexwaz gelek bûn û karê te xerab dikirin. Lê niha Sovyet nema bi eşkereyî dikarim bibêjim ku li ber destên min gelek tişt hene ku çap bikim. Zargotin hene. Kitêbên zarokan ku bavê min amade kiribûn hene. Şano hene. Kar gelek hene ku bêne kirin. Di demeke nêz de wê plan û projeyên me eşkeretir bibin.

Back to top button