Nivîsar

Hilbijartin û siyaseta Tifaqa

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî yanî yên Şeredarî û Meclisa Bajaran 31ê Adara 2024ê de têne çêkirin.

Ji nihave partiyên siyasî xwe ji bo hilbijartina amade dikin û her aliyek li gora xwe li Tafaqa digere.

Ji aliyê Kurdan ve rewş çiye û çewe hevdîtinên tifaqa çêdibin, cihê gotubêjê ye. Ji ber ku nûçeyên di medyayê de têne ragihandin û hevdîtinên pişt peredeyan de têne kirin cudane.

Wek tê zanîn PKKê (Partiya Çep a Kesk) di hilbijartinên serokkomarî û parlementoyê de şkestek xwar û di tifaqa ku kirîn de giranî dan çepên Tirk û Kemalistan. Piştî hilbijartina di nava wan de lêgerinek destpêkir û rexne di nava wan de biçekî eşkere hatin kirin. Çareseriyekî geriyan û Partiya Çep a Kesk nave xwe guherî û kir Partiya Wekheviya Gelen û Demokrasiyê(HEDEP). PKK niha li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi vî navî siyaseta xwe rêve dibe û tevdigere.

Li ser helwesta PKKê di hilbijartinên serokkomariyê de gelek gotubûj hatin kirin. Ji ber vê yekê ne hevceya cardin nirxandinek li ser vê yekê bê kirin.

Di hilbijartinên şeredariya de helwesta HEDEPê di çewebe? Gelo we heye ku biçeki jî be berê xwe bide Kurda? HEDEP dixwaze li gel kî tifaqa bike?

Pirsa Tifaqa di siyaseta Tirkiye û bakurê Kurdistanê de piraniya caran ne li gora etîka siyasî tê kirin. Her aliyek zêdekirina denga wek pîvan digre û li gora wê jî tevdigere.

HEDEP di hilbijartinên giştî de ji derê 3 aliyên Kurda li gel hemû aliyên din ketin di nava tevgerekî de û hevdîtin kirin. Dawîyê ji derî 4 aliyan li gel aliyên din tifaq pêkanin. Lê mirov tu carî nikare bêje ew Tifaqa Kurdistanî yan jî ya Kurdan bû. Tenê Tifaqa bazara parlementeran bû. PKKê cih da hinek aliyan lê nedan hemûyan. Yên ku cih nedayîn wan, niha hewl didin ku di şeredariyan de cih bidin wan. Lê dê ev yek çewe bibe babetê minaqeşê ye.

Niha HEDEP dengê Kurda werdigire û li bajarên Kurda serdikeve. Lê HEDEP xwe wek partiyek Kurd nade nasandin. Ev Yek gelekî girîng e. Dema aliyek Kurd li gel HEDEPê tifaqêkî bike gerek ji berî her tiştekî vê yekê bibîne. Duyem HEDEP di siyaset û biryarên xwe de girêdayê desthilata Qendil tevdigere û ne serbixweye. Dema tifaq pêkwerê ev tê wateya ku tifaq li gel PKKê têne kirin. Em dizanin ku demekî de ji bo tifaqên HDPê xelkekî berê xwe dida Qendil. Niha jî rewş ne cudaye.

Li Enqere HEDEPê konferansek bi navê  “Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk“ li darxist.Ahmet Turk jî axavtinekî dike û kaşo rota siyaseta HEDEPê di hilbijartinên herêmî de dide kifşkirin. Turk dibêje: “Bi rastî gelek zordestî li ser gelê Kurd hene. Hûn baş dizanin îpotek danine ser îradeya gel lê armanca me ew e ku tevî vê yekê gelê me li nasname xwe, li siyaset û partiya xwe xwedî derkeve.” Ev gotinên klasîk yên berpirs û aktorên li pêş yê siyaseta PKKê ne.

Berdewamiya axavtina xwe de Turk dibêje: “Li Kurdistanê em tifaqan nakin ji ber ku pêwîstiya me bi tifaqan nîne lê li aliyê Tirkiyeyê em dê tiştên vekirî bimeşînin. Eger partî û siyaseta me nas bikin û alîkariya gelê Kurd qebûl bikin em dikarin tifaqan bikin. Divê tifaq vekirî bin û hemû dinya bizane. Em partiyeke siyasî ne, divê me wekî partiyeke siyasî nas bikin û li gorî wê nêzîkî me bibin.”

Başe kesekî ji Turk û HEDEPê nepirsî, eger li Kurdistanê pêwistiya te bi Tifaqa tunebe, ev Tifaqa we kirî çiye? Pêwistiya we li Kurdistanê bi Tifaqa tunebe, ji bo çi hun henekên xwe li aliyên Kurda dikin? Mixabin deng ji tu partiyek a Kurda û taybetî partiyên ku li gel HEDEPê tifaq kirine derneket.

HEDEP di van hilbijartinan de du alî dileyze. Li gel partî û aliyên Tirkan de ji bo Tifaqa di nava hewldanekî de ye. HEDEP hewl dide li gel AKPê tifaqêkî bike. Ji bo vê jî tê zanin ku, Ahmet Turk û Sirri Sakik  hevdîtinek nehînî li gel AKPê kirin û daxwaz a xwe ya hevkariyekî gihandin AKPê. Lê bersiva AKPê çiye nehat eşkerekirin. Rojnemevanek Tirk behsa vê hevdîtinê kir, lê kesek zêde li ser nesekinî. Dema ev hevdîtin eşkere bû tu deng ji HEDEPê jî derneket.

Ji aliyek din ve HEDEP li gel CHPê di nava lepteki de ye. Lê eger AKP hêviyekî bide HEDEPê ew ji dev CHPê berdidin û AKPê re hevkariyê dikin.

Li Kurdistanê HEDEPê li gora xwe kaşo Tifaqa Kurdistanî pêkaniye. Niha li ser vê tifaqê gelek gotubêj hatine kirin, têne kirin û wê hêjî gelekî bêne kirin. Ji ber ku tu nirxek vê tifaqê tuneye. Tenê bazara şeredariyeka nevçeyekiye. Yanî aliyên ji derê HEDEPê, bê ku pîvanekî deynin hole, hesabê şeredariyekî dikin û ala HEDEPê û Apo dihejînin.

Tê zanin ku hilbijartinên berê yên şeredariyan de, li navçeyên Diyarbekirê, li Pîran û Çinarê şeredarî dan PDKT û PDK-Bakur. Berpirsên herdu partiyan jî ala Ocalan û HDPê hejandin. Encama vê jî herkesek dizanekî çi rûda.

Niha dema rewş ev be, ma gelo li gel HEDEPê ji bo hilbijartina bi tu awayî tifaq nayê kirin? Eger bê kirin dê çewe bê kirin?

Ev babet gelekî girîng e. Li gel HEDEPê tifaq tê girin. Lê di vê tifaqê de behsa berjewendiyên Kurdistanî û netewî tê kirin. Wek tu tifaqê aliyek Tirkiye re bikî tifaq tê kirin. Di hilbijartinan de divê li gel sembolên HEDEPê sembolên partiya xwe jî bihejînî. Di axavtinên xwe de gerek tu behsa siyaseta partiya xwe jî di derbarê rêveberiya şeredariyan de bikî. Gerek piştî hilbijartina demekî tu ji HEDEPê îstifa bikî û bibî şeredarê partiya xwe. Yanî eger tu kesayeta partiya xwe neparêzî û tifaqê bikî ev dibê xwe radestkirin û navê vê ne tifaq e.

Hinek partî û aliyên siyasî jî li bakurê Kurdistanê bi tu awayî ji bo helwesta siyasî li gel HEDEPê tu tifaqa nakin. Ev yek jî helwesteka siyasîye û pûwistî bi rêzgirtinê jî heye. Bê guman ev yek babetek gelekî cudaye jî.

Berê xwe bidinê gelek partiyên çepên Tirk piştî di HEDEPÊ de têne hilbijartin. Dikarin îstifa bikin vegerin partiyên xwe û bibin parlementerên partiya xwe û partiya wan di parlementoyê de tê temsîlkirin. Gelo ji bo çi aliyên Kurd nikarin vê yekê bikin û dibin dîlê siyaseta PKKê û partiyên xwe temsil nakin?

Nêrîn / Şirove

N.Firat

Back to top button