Cîhan

Girîngiya danîna Ala Lurdistanê

Bi fermî danîna Ala Kurdistanê di postên navdewletî û siyasî de destkeftek mezin e.

Kongreya Ciwanên Kurd (KYC) beşdarî civîna ciwanên Partiya Gel a Ewropayê (EPP) li Skopyayê paytexta Bakurê Makedonyayê bû.

Serokê Kongreya Ciwanên Kurd li derveyî welat Felah Hesen jî di KYC de beşdar e û vê yekê weke pêngaveke siyasî ya girîng bo Herêma Kurdistanê û doza gelê Kurd dinirxîne.

Serokê Kongreya Ciwanên Kurd dibêje, hebûna endametiya KYC û siyasetmedarên Kurd û bi fermî danîna Ala Kurdistanê di postên navdewletî û siyasî de destkeftek mezine ji bo gelê me û dîplomasiya herêma me.

Civîna siyasetmedarên ciwan ên ewropî li Makedonyayê bi beşdariya 37 welatên Ewropayê û 61 aliyên siyasî, cihekî girîng e ji bo gotûbêjkirina rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê.

Back to top button