Civak

Hikûmetê û leşkera li hev kir

Şevîdin Serokwezîrê Tirkiye Erdogan û serfermandarê leşkeran Başbûg, ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera hukumetê û hêzên çekdar de destpêkirî, hatin ba hev û civînek berfireh pêkanîn. Wek tê zanîn eve çend rojin dema civîna konseya bilind ya leşkerî destpêkirî, hukumetê li himberê bilindbûn û tayin kirina hinek generalan helwest danî û ev helwesta hukumetê bû sedemê tevlîhevbûnekî di nav hêzên çekdar de.

Ji ber ku ev di diroka Tirkiyê de cara yekeme ku, hukumetek û leşker bi vî awayî tên himber hev û hukumet di vê derbarê de xwest ku insiyatifa xwe kar bîne û weseyata leşkerî bişkîne, leşker man ecêb mayî û ne li hêviya vê helwesta tund ya hukumetê bûn. Lê piştî hevdîtina Erdogan û Başbug dixweyê çareyek hatiye dîtin û dê  ji bo serfermandariya hêzên çekdar kesê ku bikeve dewsa Başbug de li hev kirine. Herweha heta niha ji bo fermandariya hêzên erdî jî kesek nehatiye destnîşankirin.

Ev hevdîtina di navbera Erdogan û Başbug de pêkhatî li ser daxwaza Başbug pêkhatiye. Herweha piştî civînê  îşaretên nermiyek ji aliyê hukumetê vet ê xûyakirin.

Back to top button