Polîtîk

Dûrketina çapemeniya fermî ji ragehandinên Alassad xerîb tê dîtin

Civata Sîyasî ya Kurd li Sûriyê, ku ji 9 Partiyan pêk tê, ragehandinên Serrokkomar ji çapemeniya tirk re wekû “pêşketineke naverokî ya baş li hember miletê kurd û kêş û hebûna wî” nirxand.  Di eynî demê de wê matmayîna xwe da xuyakirin ji ber ku ew gotinên B. Alassad di nav çapemeniya fermî ya sûrî de cih negirtin.

Ragehandina Civata Sîyasî di belavokekê de hatibû, ku roja 25.07.2010 hatibû belav kirin. C.S. gotinên Serrokkomar yên gulana 2004an jî bi bîr tîne, gava wî “netewa kurd wekû parçeyek ji tevna civakî ya dîrokî li Sûriye” dîtibû, bê ku ew gotin li ser erda rastiyê bên bicihanîn.

Li dawiya belavokê C.S. dibê je ku ew hêvîdare ku gotinên nû yên Serrokomar bicih werin û projeyên şovînî yên li dijî miletê kurd li Sûriyê bên rawestandin.

Ragehandina Civata Siyasî ya Kurdî li Sûriyê bersiv bû li ser gotinên Alassad li ser Kurdên Sûriyê ji bo çapemeniya tirkî. Beşar Alassad gotibû ku “Hemwelatiyên kurd li Sûriyê û Turkiyê ne tûrist yan mêvanin, ew parçeke giringin ji herdû miletan”. Herweha wî soz dabû ku ew alîgirên PKK ji Kurdên Sûriye ceza neke eger ew vegeran mal.

 

(CivataXortan)

Back to top button