“Hikûmetê biryara derxistina PKKê da”
Li gor nûçeyek di Rudawê de,serokê Encumena Parêzgeha Neynewayê (Mûsilê) Beşar Kîkî daxwaza derketina hêzên PKKê ji nav Şingalê kir û got, heger PKK xêr û berjewndiya xelkê Şingalê dixwaze, bila ji deverê derkeve. Beşar Kêkî herwiha got, ku hikûmeta xwecihî ya Mûsilê biryara derxistina PKKê ji Şingalê derxistiye.Beşar Kîkî balkiaşnde ser vê yekê jî ku hebûna PKKê bûye sedema derketina şer û pirsigrêkan, û got heger ew li wir bimînin, xelkê Şingalê nikarin vegerin ser cih û warê xwe.Kîkî da xuyakirin: “Hêzên PKKê heya niha li navendên polîs, navendên tendirustî û xwendineghên Şingalê mane, bê guman ev yek jî dibe rêgiriyek li ber jinûve avakirinê û vegerandina aramiyê.”Kîkî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Pirseke din jî heye ku gelekî giring e, heger rewş wisa bimîne xelkê Şingalê bi xwe dê venegrin devera xwe, ji ber ku PKK li wir heye û bûye sedemeke sereke ji nebûna aramiyê re, û ji ber hebûna wan li deverê egera derketina şer û pirsgirêkan heye, û bi rastî jî şer derket.”Serokê Encumena Parêzgeha Mûsilê destnîşan kir, ku hebûna PKKê li Şingalê nefermî û neyasayî ye û tekez kir, ku pêwîst e ew hêzên nefermî di demek nêzîk de ji herêmê derkevin û ji avedankirina Şingalê û vegera Kurdên Êzidî re nebin asteng.Beşar Kîkî got: “Bê guman ew hêzên ne fermî ne, û divê ji deverê derkevin, em spasiya wan dikin, ku di ddemekê ji deman bi karekî rabûn lê ev yek vê wateyê nade ku divê ew bimînin, wek mînak, Hêzên Pêşmerge beşdarî di rizgarkirina Kobanî de kirine, lê piştre ew derketin, ji ber vê yekê hebûna wan ne di cihê xwe de ye, û em jî wek hikûmeta xwecihiya Neynewayê bi awayekî fermî me biryarek derxistiye, û em qebûl nakin ti saziyeke wan a rêvebirinê jî bimîne, ne aliyê çekdar û ne aliyên neçekdar. Heger ew xêr û berjewndiya xelkê Şingalê dixwazin divê ew ji wir derkevin.”Piştî êrişên sala 2014ê yên DAIŞê bo ser Şingalê û Başûrê Kurdistanê, hejmarek gerîlayên PKKê li çiyayê Şingalê bicih bûn.Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi spaskirina rola gerîlayên PKKê di demên zehmet ên şerê li dijî DAIŞê de û alîkarîkirina Kurdên Êzidî, daxwaz ji PKKê kiriye, ku hêzên xwe ji Şingalê derxîne, da ku rê li ber vegera xelkê bo Şingalê û destpêkirina proseya avedankirina deverê vebe, lê belê PKKê heta niha ew yek red kiriye.Roja 3ê Adarê jî li Komelgeha Xanesor a ser bi bajarokê Sinûnê ve ku girêdayî navçeya Şingalê ye, di navbera hêzeke girêdayî PKKê ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û pêşmergeyên Leşkerên Roj de şer derket, ku di encamê de çend kuştî û birîndar çêbûn.