Civak

Hikûmeta Sûriyê dest bi çakirina balafirxaneya Qamişlo dike

Karên çakirin û dubare pêşxistina Balafirxaneya Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Desteya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku tîmên pispor dest bi kar kiriye ji bo rastkirina xakê li derdora cihê daketina balafiran û qadan ew jî li gorî pîvanên navdewletî.

Desteya Balafirvaniyê diyar kir, karê dubare çakirina balafirxaneya Qamişlo li ser hejmarek qonax tê bicîkirin, ew jî bi armanca başkirina xizmetguzariyan, û da ku balafirxane vegere rola xwe ya sereke ya girêdana deverê bi parêzgehên din ve.

*Şam balafirxaneyê werdigire 

Di 22 vê meha Sibatê de, Desteya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê di çarçoveya bicîkirina xalên rêkeftina Hikûmetê û HSD de, balafirxaneya Qamişlo wergirtibû.

Back to top button