Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê piştevanîya agirbesta PKK`ê kir.

Di belavokekê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku ew bi dilxweşî agirbesta ku Partiya Karkerên Kudistanê ragihandiye pêşwazî dikin, û vê yekê biryareke ernî û di cih de dibînin,her wiha diyar kir ku ew hêvîdarin ku ev yek destpêka bêdengkirina çekanbê û herêkîna xwînê be, di navbera şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê  û Hêzên çekdar yên Tirk de, û hêvîdare ku Enqere bi  helwesteke cidî ligel vê biryarê bide û bistîne.

Her wiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê di banga xwe de,  ji hemû aliyan daxwaz kir, ku vê agirbestê baş bikarbînin û wê bikine hîmeke ji bo berve aştiyê`ve çûyîn û peyda kirina çareseriyên aştiyana, wekî din jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê  ragihand, ku ew alîgirê çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê bi rê û rêbazên Siyasî û aştiya ne ye.
 

Back to top button