Polîtîk

Çekdarên PKKê 18 Nîsanê ji Bakur derdikevin

Di derbarê rewşa PKKê û devjêberdana çekan de, medya Tirkî rojane tiştna dinivîse. Rojnama Yeni Şafak îdia dike ku 18 Nîsanê PKK çekdarên xwe yên di nava sinorên Tirkiye dertêxe Kurdistana Başûr.

Heta di rojnameyê de ji bo vekişandina çekdarên PKKê nexşerêyek jî hatiye diyarkirin. Li gora tê gotin 18 Nîsanê di çavderiya hêzên ewlehiya Tirkan û taybetî di çavderiya MITê de çekdarên PKKê di hinek cihên hatîn kifşkirin re derbasî Kurdistana Başûr bibin.

Herweha ji bo vê yekê jî MIT berdewamî di pêwendiyek li gel Qendîlê hebê. MIT 6 baregehên çavderiyê li Kurdistana Başûr pêk tîne. Herweha Pêşmergeyên Kurdistanê jî 12 baregehên taybet ji bo çavderî û kontrolkirina vê xwe vekişandina  çekdarên PKKê pêktîne.

Li gora tê ragihandin ev vekişandin dê demekî bigre û 6 meh têne texmîn kirin. Herweha gora hatî tesbît kirin nexşerêya terikandinaa sinorên Tirkiye yên çekdarên PKKê bi vî awayiye:

Projeya terikandina sinor Tirkiye heta 18 Nîsanê temam dibe. Çêkdarên PKKê ji vê pêde dest vekişandinê dikin.

Çekdarên PKKê di bin kontrolê de li Hefteyin û Xakurkê re derbasî Qendil dibin.

Ji bo vê MIT 6 baregehên çavderiyê li Başûr çêdike.

Dê pêwendiya MITê û Qendîl ji aliyê peşmergeyan ve bîte pêkanîn.

Pêşmegeyên Kurdistanê di 12 cihên çavderiyê de  vê vekişandinê kontrol bike.

 

Back to top button