Hikûmeta Kurdistanê peyamên sersaxiyê ji Erdogan û Kaya re şandin
Bi minasebeta wê bûyera gelek xemgîn, erdheja bajarê Wanê û derdûrên wê li bakûrê Kurdistanê qewimî, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyamên sersaxiyê ji her yek ji Recen Teyîb Erdogan serokêwezîrê Tirkiyeyê û Bekir Kaye serokê şaredariya bajarê Wanê re şandin. Serokê hikûmetê di peyamên xwe de bi navê hikûmet û gelê Kurdistanê sersaxî û hevxemiya arasteyî Erdogan û Kaya dike.
Ev li jêr teksta herdu peyamên serokê hikûmeta herêma Kurdistanê:
Birêz Receb Teyîb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê
Bi dilekê pir xemgîn me nûçeya bûyera erdheja bajarê Wanê û derdûrên wê ku, hijmareke zêde ji hevwelatiyên bajêr tê de bûne qurbanî û zirareke mezin jî gihiştiye wê deverê, wergirt.
Bi vê minaseba xemgîn, hevxemiya hikûmeta herêma Kurdistanê û gelê kurd li Îraqê bo we û şêniyên wî bajêrê lêqewimî radigehînîn.
Hêvîdarîn ji Xwedayê mezin ku sebir û tehemulê bide malbatên qurbaniyên vê karesatê û bi buheştê şad bike û hêvîdarîn birîndar jî zû çak bibin.
Berhem salih
23.10.2011
Birêz Bekir Kaya serokê şaredariya Wanê
Bi dilekê pir xemgîn me nûçeya erdheja bajarê Wanê û derdûrên wê ku, hijmareke xelkê wî bajarê xweştivî bûne qurbanî û zirareke mezin jî gihandiye wê deverê, bihîst. Bi vê minasebeta, em xemgîn hevxemîya xwe û hikûmeta herêma Kurdistanê bi we û malbatên qurbaniyan û lêqewmiyên vê karesatê radigihînim.
Hêvîdarin ji Xwedayê mezin qurbaniyên bajarê Wanê û derdûra wê bi buheştê şad bike û birîndaran jî zû çak bike.
Berhem salih
23.10.2011