Polîtîk

Serok Barzanî serdana Îran û Tirkyeyê dike

Feysel Debax sekreterê rojnamewaniyê yê serokê herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku, serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî dê hefteya bê serdana Îranê bike.

Feysel Debax ji AKnewsê re got ku,  tê çaverêkirin hefteya bê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê serdana Komara Îslamî ya Îranê bike.

Debax di daxuyaniya xwe de got jî ku, serdana serok Barzanî li ser vexwendina fermî a serokomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad pêk tê. Di vê serdanê de Barzanî dê digel mezine berprisên Tehranê hevdîtin bike.
Peywendiyên navbera Hewlêr û Tahranê, alozî û pirsgirêkên ser sînor û rewşa Îraqê bi giştî dê mijarên serke yên danûstandinên navbera serokê Kurdistanê û mezine berprisên Îranê re bin.

Sekreterê Mesûd Barzanî da zanîn ku, piştî Îranê serok Barzanî dê serdana Tirkiyê jî bike, lê tu agahiyek derbarê dema  serdanana bo Ebqereyê  eşkere nekir.

Weke tê zanî, piştî Îranê dest bi topbarana deverên ser sînor kirî,  di 24.08.2011ê şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî serdana Tehranê kiribû û digel serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedî Nejad civiya bû û piştî wê serdanê Îranê topbarana gundên ser sînor rawestand. Û her di wê serdanê de amadekarî bo serdana serokê Kurdistanê hatin kirin.

Nûçeya peywendîdar:
https://rojevakurd.com/politik/8301-Barzan-Ehmednejad-Tehran-pirsa-topbaran-gotbj-kir.html

Back to top button