Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê kiryara Şemzînanê şermezar kir

Hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de êrîşa PKKê ya devera Şemzînanê bi dijawarî şermezar kir û ev li jêr teksta wê daxuyaniyê ye:

Hikûmeta herêma Kurdistanê tevî nîşandana dilgiraniya xwe, êrîşa vê dawiyê ya Partiya Karkerêna Kurdistanê PKKê li devara Şemzînan kirî şermezar dike û tekîd dike ku kiryarên bi vî awayî xizmeta doza kurd nakin, lê ew rewşê aloztir dikin û li pêşiya xebatên çareseriyên bi aşitî û insiyativa vebûna demokartîk ku, ji bo çareseriyê derfeteke minasib e, astengan çê dikin. Çunkî şidet arîşeyan çareser nake.

Di heman demê de daxazê ji Tirkiyeya cîran dikin ku bombebarana axa herêma Kurdistanê rawestîne, çunkî çareserkirina arîşeyên emnîyên li ser sînor pêwîste bi rêya hevahengî û hevkariya hevbeşa navbera hikûmeta Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê digel hikûmeta Tirkiyeyê li ser esasê rêzgirtina prensîpên navdewltî bên çareser kirin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê dijî wê yekê ye ku axa herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran bê bikaranîn. Hikûmeta herêma Kurdistanê bi berjewendiyên hevbeş digel welatên cîran, destêwernedana karûberên nxwe, rêzgirtin li serweriya welatên cîran û çareserkirina hemû arîşeyan bi rêyên demokratîk pabend e.

Back to top button