Polîtîk

Erdogan: Dê vekirina demokratik berdewam be

Serokwezîrê Tirkiye û serokê Ak-Partiyê Tayib Erdogan di gruba partiya xwe ya axaftinek kir û li ser rojeva siyasî û bûyerên vê dawiyê dîtinên xwe gotin. Erdogan tundî bersiva rexneyên partiyên muxalefetî da. Erdogan di axatina xwe de got:

“ Hinek dibêjin ku prosesa vekirina demokratîn bû sedemê van bûyerên dawî.Lê rastî çav kuriyekî vê dibêjin. Ew kesên vê nirxandinê dikin ji her tiştekî bê hêvîne. Tu cara PKK temsila hevwelatiyên kurd nake.Me dest vekirina demokratîk kir ku ji bo ev bûyer bisekinin. Divê çareseriyek demokratîk hebe. Evê 26 salin PKK çelakiyên leşkerî dike, ma hinge jî vekirina demokratîk hebû? Me rewşa awarte rakir, me diwarê di navbera dewletî û millet de heyî rakir. Ew kesên ku li himber vekirina demokratîk disekinin di nav xinatê de ne.“

Back to top button