Kultur

Festîvala Feqiyê Teyran hat lidarxistin

    
2yemîn Festîvala Feqiyê Teyran, li bajarê Wanê hat lidaxristin. Herweha, di çarçoveya bernameya Festîvalê de li navçeya Miksê ya bajarê Wanê li ser kesayet û berhemên Feqiyê Teyran sempozyumek jî hat lidarxistin û di sempozyumê de nivîskar û rewşenbîrên Kurd û Tirk çendîn gotar li ser Feqiyê Teyyran pêşkêş kirin.

Festîval, ligel hêjmareke mezin nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, derhênerên sînema û şêwekarên kurd û Tirk, çend Parlementerên Kurd yên Partiya AKPê li Otêla Şahmara hat lidarxistin. Ji Başûrê Kurdistanê jî, Şandeke ku tê de Wezîrê Kevn yê Çandiniyê yê Herêma Kurdistanê Felakedîn Kakayî, Serokê Yekîtiya  Nivîskarên Duhokê Hesen Silêvanî, Rojnamevan Abas Xazalî û ji Îranê Nivîskarê Kurd Ahmed Qazî jî hebû, beşdarê  Festîvala Feqiyê Teyran bûn.

Hêjayê gotinê ye, diviya ku festîvalê, roja ewil serê sibê bi gereke li kevnewarên bajarê Wanê destpêbikira, lê ji ber şepal û barandineke baraneke xurt, bername texîrê derengê rojê hat kirin. Jiber vê egere, piraniya bernamê li hewşa Otêlê bi sohbet û danîna diyalogan berdewam kir. Medya Tirk jî eleqedarî nîşanê vê festîvalê da û TRT6 beşê Kurdî bernameyê zindî bo temaşevanên xwe ragihand.

Festîvala Feqiyê Teyran li Miksê dom kir

Festîvala Feqiyê Teyran ya 2an, di roja duduyan de jî  bi hin çalekiyan berdewam kir. Di roja duyemînê festîvalê de, ji  bajarê Wanê, piştî rêyeke dur, dirêj û sext, çiyayê bilind û bi befir, beşdar gihîştin navçeya Miksê  war û meskenê şaîrê Kurd yê Feqiyê Teyran.

 

Diyar e navçeya Miksê, navçeyeke şîrîn e, çiyayên bilind wê rapêçandine û di nava dar û beran de hatiye rapêçandin. Çemek avzelal û bi pêt ku ji qontara zozanên Çiyayê Sindûsê dizê ku Feqiyê Teyran helbesta xwe ya “Ey av û av” li ser nivîsiye ji nav vî bajarokî derbas dibe û ber bi çemê Botanê ve diherike.   

 

Berdewama festîvalê, li vê navçeyê bi Raftîga ser avê, pêşbirka kişikê û danasîna berhemên navdar  yên wek hingiv, guz û sabûna tebiî dest pê kir.

 

Ev roj jî, hin nivîskar û mamosteyên zanîngehên Tahranê û nivîskarên kurd yên Swêdê balkişandin ser berhem, kar û şaîriya Feqiyê Teyran û bêhempayiya xwezaya  navçeya Miksê.

Her di heman rojê de di çarçevoya bernameya festîvalê de serdana tirb û gundê Fefiyê Teyran ku lê hatiye dinê jî, hat kirin. Hemû beşdarên festîvalê serdana vê tirbê û gundê wî kirin û wî bibîranîn.

 

Festîvala Feqiyê Teyran bi dawî bû

Festîvala Feqiyê Teyran, di roja sisiyan de jî bi sempuzyumeke li ser kesayet, berhem û şaîriya wî berdewam kir û bi pêşkêşkirina hin gotaran gihîşt encam û xilas bû.

Ev roj jî, bi beşdariya hêjmareke mezin ya nivîskar, rewşenbîr û mamosteyên zanîngehan, rojnamevan, akdemîysen, parlementer, siyasetmedarên, kurd û Tirk, ji kurdên Îran, Suryeyê û ji Başûrê Kurdistanê birêve çû.  Di destpêka senpozyumê de li ser navê alî û şandan çendîn axaftin hatin kirin û balkişandin ser giringiya vê festîvalê…

Li ser navê Şanda Herêma Başûrê Kurdistanê Serokê Komeleya Yekîtiya Nivîskarên Kurd ya Duhokê Hesen Silêvanî,  xêrhatina mêvanan kir û silavên Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand. Silêvanî, rewşa zimanê kurdî ber bi çav kir û xwest ku rewşenbîrên Kurd û tirk xwedî li vî zimanê mader derkevin û wê ji lewaziyê xilas bikin.

 

Li ser navê şanda Kurdên Suryeyê şair Derweş Galîp jî, di axaftina xwe de  bal kişand li ser aliyê wendayî yê berhemên Feqiyê Teyran…

Li ser navê şanda kurdên Îranê jî Ehmed Qazî xweşhaliya xwe, ji bo  lidarxistina vê festîvalê eşkere kir û diyar kir ku cara yekem li gel zext û astengiya li ser ziman û çanda kurdî, bi festîvalên weha pêşî lê hatiye vekirin. Ehmed Qazî, di berdewamiya axaftina xwe de xwest ku hemû ziman û çand di nav serbestî û demokrasiyê de bijîn û hemû rewşenbîr ihtîmamê bidine klasîkên kurd.

Sempuzyum bi resiltara xwendina helbesta Feqiyê Teyran ya bi navê “Ey Dilbera Gerdenzerî” bi rê ve çû.

Amedekara vê festîvalê û Parlementera bajarê Wanê ya Partiya AKPê Gulşen Orhan jî, axaftinek kira û di axaftina xwe de di axaftina xwe de bal kişan ser derbedirî û zehmetkêşiya Feqiyê Teyran ya ji bo zimanê kurdî û şaîriya wî…

Parlementerê kurd yê AKPê Dengîr Mîr Mehmet Firat jî di axaftina xwe de qedexekirina her zimanek wek jenosîd û wek sûcê mirovatiyê bi lêv kir û xwest ku hemû asteng û çeperên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin.

Festîval, bi du rûniştinên  senpuzyumek li ser Feqiyê Teyra  ku bi serpiriştiya  Prof.  Dr. Îhsan Sureya Sirma  ji Viyanayê hatibû, berdewam kir. Beşdarên vê rûniştinê her yek ji wan gotarên xwe yên di mijarên cihê cihê de ya di derbarên Feqiyê Teyran de pêşkêş kirin.

Di vê rûniştinê de Serokê Estîtuya Kurdî ya Zanîngeha Artûgê Qedrî Yildirim, di gotara xwe ya li ser “Feqiyê Teyran û Mîr” de bahsa mîrektî û parastina hebûn û nirxên kurdayetiyê kir. 

Di rûnişatina duyemîn de ku bi serpiriştiya nivîskar Reşo Zîlan û bi beşdariya Wezîrê Kevn yê Çand û Hunerê yê Herêma Kurdistanê Felakedîn Kakayî, nivîskar Hemîd Kiliçaslan, Fehîm İşik, Tasîn İbrahîm Dostkî û çend nivîskarên din birêve çû, li ser naveroka felsefeya helbestên Feqiyê Teyran hat rawestandin.

Di festîvalê de êvaran jî koma Willi Resetarîts beşdarên festîvalê bi deng û awazên xwe coşandin.

(Dema Nû)

Back to top button