Bedirxan: Li peymana Parîs de keda Dr Tissot geleke

Sînemxan Bedirxan di pêwendiyeke telefonî de ji bo Rojeva Kurd pêwendiyên Kurdistan û Fransayê nirxand. Bedirxan balkişand li ser dîrokiya pêwendiyên dostaneya Kurd û Fransiyan û got: Berî her tiştî dema ku ez behsa pêwendiya Kurdistan û Fransa bikim, ez dixwazim balê bikşînim li ser pêwendiya xwe û malbata Bedirxaniyan ya li gel Fransiyan. Pêwendiya bavê min (Mîr Celadet Bedirxan) li gel Fransiyan gelek baş bû û yekemîn kovara Kurdî ya Latînî (Hawar) jî Kurdî û Fransî bû. Piştî ku bavê min koça dawî kir, hevalê bavê min Roger Lescot (*) wekî wefaderiyek ji bo ku ez dev ji xwendina xwe ya xwendingeha Fransî de bernedim ji bo min burs çêkirin û çendîn salan bi alîkariya Fransiyan min xwendina xwe qedand. Her wiha dîsa yekemîn car li zanîngehekî de beşa Kurdî, li Zanîngeha Sorbun ya Beşa Rojhilatnasî (Fransî) de beşa zimanê Kurdî ji aliyê mamê min Kamuran Bedirxan ve hate vekirin. Dîsa bi piştgiriya Fransiyan Enstituya Kurdî ya Parîs hate vekirin.
Di derbarê pêwendiyên Kurd û Fransiyan di di dîroka me ya nêzîk de Bedirxan balkişand li ser dostaniya Kurd û xanim Daniel Mitterand, Dr Bernard Kouchner, Dr Fredric Tissot û got: Di dema me ya nêzîk de wate li salên 1990 an de Fransiyan gelek alîkariya Kurdên başûr kirin, bi taybetî serdana Daniel Mitterand ya Kurdistanê, bala cîhanê û rêxistinên mirovî yên cîhanê kişand li ser rewşa Kurd û Kurdistanê. Ji bo wê yekê ye jî ku xanim Mitterand di nava Kurdan de wekî Dayika Kurdan tê naskirin. Her wiha pêwendiyên Dr Bernard Kouchner Wezîrê Derveyê Fransa û Dr Fredric Tissot Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr li gel Kurdan gelek gelek başe û ew dostê nêzîkî Kurd û Kurdistanê ne. Birêz Dr Tissot di salên heştihan de gelek birînê nexweşên Kurdan li Kurdistanê derman kirine û gelek nexweşan jî ji bo çareserkirinê şandine Fransa. Her wiha piştî vekirina Konsolxaneya Fransî li Hewlêr birastî xebatên Amelie Banzet Birêvebira Navenda Çandî Fransî li Hewlêr gelek girîngin û pêwendiyên Kurd û Fransiyan li salên dawî de geş kirin. Ji ber wê yekê jî pêwendiyên Kurd û Fransiyan ne pêwendiyeke nû ye, pêwendiya me li gel Fransiyan gelek kevin û pêwendiyeke dostane û birayaneye.
Di derbarê peymana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Fransa de, berî demekî ji aliyê Kouchner û Barzanî de hate wajo kirin, Sînemxan Bedirxan balkişand li ser rola Konsolxaneya Fransa û bi taybetî jî Dr Fredric Tissot Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr û got: Helbet ev peyman gelek girînge û dê Kurdistanê pêş bixe. Birastî jî bi vê peymanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê navdewletî de gihişt asteke din û piştî bi cîh kirina wan projeyên di vê peymanê de, ez bawerim dê rewşa Kurdistanê di warê civakî, aborî, kulturî û zanistiyê de sedî sed dê biguhere. Lê belê divê em ji bîr nekin ku ev peyman wisa bi hêsanî pêknehatiye û keda gelek kesan heye ku divê destxweşî li wan kesan bête kirin. Bi taybetî jî Dr Fredric Tissot Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr û di vî warî de keda wî ya gelek mezin heye û ez spasî û destxweşiyê li wî dikim û rêz û hurmeteke minê bê dawî ji bo Dr Fredric Tissot heye.
(*) Roger Lescot Kurdnaseke Fransî ye û di dema xwe de Balyozê Fransa li Urdun, Îran û Taywanê bû û li gel Mîr Celadet Ali Bedirxan Gramera Kurdî nivîsand û li sala 1975 koça dawî kir.