Helikopterên Îranê derbasî Kurdistanê bûn

Jêderekî asayiş a devera binarê Qendîl ji PNA re da xuyakirin, ku şeva derbasbûyî çar helikopterên supayê Îranê sînorê herêma Kurdistanê derbas kirin û li nêzîkî binarê Qendîl bi nizmî firiyan.

Evî jêderî weha jî da nîşandan, ku van firokeyan ti kar û kirdarên cengevanî encam nedan, belê xelkên ewan deveran tirsiyan ku dîsan şer li van deveran çê bibe û dîsan dev ji terş û tewalên xwe berdin û birevin.

Pêdivêyî nîşandanê ye, ku niha hêzên supayê Îranê bi kûrayîya sê kîlometran di nava xaka herêma kurdistanê de ye û xelkên ewan deveran jî aware bûne.

Serdar Qadir

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: