Polîtîk

Serokê parlamentoyê serdana birîndaran kir

Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê hevrê digel Elî Sindî wezîrê pilandananê, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê û Ebdulrehman Mistefa waliyê Kerkûkî serdana nexwşxaneya acil ya Hewlêrê kir û ji nêzîk haydarî rewşa birîndarên bombebaran Tirkiyeyê bûn.

Kerkûkî daxaz ji civaka navdewletî û hêzên hevpeyamanan kir ku ji bo rawestandina êrîşn bi sedemên bê esas tên ser Kurdistanê hevkariyê bikin û got: Îraqê hêşt din tesîra medayê 7ê de ye û li ber çavên wan herêma Kurdistanê tê bome û topbarankirin û tu kes bersivê nade.

Serokê parlamentoyê ew êrîşên bo ser herêma Kurdistan bi dijwarî şermezar kirin û daxaz kir ku hemû arîşe bi rêyên aşitî û diyalogê bên çareser kirin. Herwesa serokê parlamentoyê daxaz ji hikûmetê kir ku di hewara lêqewmiyan biçin xizmetên pêwîst pêşkeş bikin.

Dema firokeyên şerî yên tirkî devera Mêrgesorê bombebaran kirî, li gundê Daylan malbetek ket be agirê firokeyên Tirkiyeyê û keçeka 14 salî bi navê Zahîda Mihemed şehîd bû û birayê wê Şaxewan yê çar salî birîndar bû.

Back to top button