Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê di warê patrolê de biryarên giring dan

Di destpêka civînê de serokê hikûmeta herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyên şewata hotêl Soma a Silêmaniyê nîşan de. Careke din serkê hikûmetê tekîd kir ku ji rêgirtin li pêşiya bûyerên bi wî awayî di paşerojê de divê hin tedbîr bên wergirtin. Di vê çarçoveyê de civata wezîran, ji bo kontrolkirina hemû avahî û ciyên giştî yên hikûmî û medenî û ji bo piştrastbûn ji selametiya wan û hebûna sîstema bergiriyê, biryara pêkanîna komîteyeke hevbeş ji wezareta navxwe û wezareta şaredariyê da.

Li gor biryara civata wezîran tu pirojeyên xizmetgpzarîyên sektora taybet û ciyên giştî nabe bên î ji avakirin het ku moleta resmî ji bo bergiriya selametiya şaristanî ji wezareta navxwe wernegirin.

Civata wezîran careke din tekîd li ser helwestê hikûmeta herêma Kurdistanê yê di warê hiartina patrolê de kir û di civînê de, ji bo nehêlana bazirganiya neqanûnî ya berhemên petrolê sê biryarên girîng dan. Li gor biryarên civata wezîran, hinartina petrola xav ya bîrên herêma Kurdistanê bo derve dê tenê bi rêya boriyên Kerkûk-Ceyhanê be.

Dema ku wezareta darayî ya Iraqê mesrefa projeyan bigire ser xwe, divê berhemên rafîneriyên herêma Kurdistanê yên petrola xav bi rezamendiya wezareta samanên xwezayî û berçavgirtina qanûnan bişînin derve.

Herwesa biryarên civata wezîran tekîdê li ser wê yekê dikin ku her du wezaretên derametên xwezayî û darayî yên herêma Kurdistanê dê ji bo rêgirtin li pêşiya bazirganiya neqanûnî ya petrola xav, komîteyekê bo çavdêriyê ya berdewam pêk bînin û divê tedbîr pêwîst ne tenê li herêma Kurdistanê li hemû sînorên Iraqê bên girtin.

Li dor rafîneriyên biçûk jî, civata wezîran biryar de ku piştî destpêkirina hinartina patrola herêma Kurdistanê bo derve êdî nefta xaz ji wan afîneriyan neyê dabîn kirin û xwediyên wan digel wezaretên peywendîdar dikarin rafîneriyên xwe di warekê din de bikar bînin.

Civata wezîran biryar de ku wezareta nnevxwe ya herêma Kurdistanl ji bo parastina saziyên patrol, gaz û çalakiyên di vê çarîoveyê de hêzeke taybet amade bike.

Li dor cîbicîkirina biryarên civîna wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, serokê hikûmetê got: Di civîna cibata wezîran ya digel serokê herêma Kurdistanê de, careke din tekîd li ser sîyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê ya di warê peyrewkirina rêyên usulî û qanûnî de hat kirin.
Serokê hikûmetê got: Cîbicîkirina van biryaran erkê hikûmetê ye û karekî ne hêsan e, lê bi piştevaniya serokê herêma Kurdistanê dê li ser başitrikirina sektora patrolê û rêgirtin li pêşiya bi qaçax hinartina neftê bo derve bi awayekî ku di berjewendiya hevwelatiyên îraqî de berdewam be.
Civînê biryar de ku di çarçoveyê bernameyê geşepêdana şiyanên mirovî, sê xwendekarên yekemîn li ser astê hemû kolêjên herêma Kurdistanê ji no xandina bilin bişînin dervey welêt.

herwesa di civîmê de biryar hat dan ku heta qanûnek ji bo rêxistina karê komeleyên medenî û nehikûmî derbiçe, bi yek çav miamile digel hemû rêxistin, sandîka û komeleyên medenî bê kirin.
Di dawiya civînê de serokê desteya berhemanînê raporek lid or wan pirojeyên destûr ji desteya berhemanînê wergirtine pêşkeşî civînê kir behsa astengên di pêşiya pirojeyan de kir.

Back to top button